01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ADIYAMAN
Li Kahtaya navçeya Adiyemanê ciwanê ji Lîseya Hunerên Xweşik mezûn bûye ji berfê peykerê Zeus çêkir.
Habîb Sivîlê 18 salî yê li taxa Turgut Ozal dijî ji berfê peykerê Zeus çêkir.
Sivîlê ji Lîseya Hunerên Xweşik a Adiyemanê mezûn bûye diyar kir ji hunerê zehf hez dike û wiha got: "Ji zarokatiyê da mereqa min li ser hunerê heye. Dema zarok bûm min ji çemûr û heriyê tîtik çêdikirin. Loma jî çûm Lîseya Hunerên Xweşik."
Sivîl destnîşan kir dema berf dibare her kes ji berfê berfemêr çêdike û wiha got: "Min xwest tiştekî cuda çêkim. Min berê ji berfê peykerê Antichosê li ser çiyayê Nemrûdê çêkir û îsal jî min peykerê Zeus çêkir. Sala pêşiya me jî ez ê Mizgefta Beştepeyê çêkim."
Sivîl diyar kir ji bo YGSyê dixebite û dixwaze bikeve Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînan.