ADIYAMAN
Li navçeya Kehtayê tîmên jendirmeyan12 kewên gozel yên ku ji nêçîrvanan bi rêyên qaçax nêçîrê dikin, girtibûn berdan derve.
Tîmên Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê di navbera hefteyekê de li gundên cur bi cur li ser nêçîrvanên ku bi rêyên qaçax nêçîrê dikin, kontrol kir. 12 kewên gozel yên ku girtibûn teslîmî Midûriya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê kirin.
Kewên ku teslîm girtin ji bo ku berdin xwezayê anîn qada Parkên Neteweyî yên Arsemîayê û ji qefesên wan derxistin û berdan xwezayê.
Rayedarên Midûriya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê bal kişandin ku kewek rojane bi qasî 100 hebî qimilan dixwe û dan zanîn ku kewên ku bi qaçaxî tên girtin ahenga xwezayê serobino dike.
Rayerdaran parastin ku kew ajaleke kedî nîne, ji ber vê yekê jî rast nîne ku mirov wan di qefesan de bigire û wiha axivîn: "Kew salê carekê di meha adarê de dikevin kurkê. Her kew 20 hêkî dike. Ew jî dibe 20 çêlik. Me niha li vir 12 kew berdan xwezayê. Ev dê heta salekê bibin sedan kew. Divê em wan biparêzin."