Li Kahtaya navçeya Adiyamanê ji ber hişkahiyê ava Bendava Ataturkê vekişiya. Piştî av vekişiya hin şikeft derketin meydanê.
Cevdet Yeşîlkayayê ku li bendavê masiyan digre ji nûçegîhanê AAyê re got ku piştî ava bendavê vekişiya, şikeft û bermayiyên dîrokî derketin meydanê.
Yêşîlkaya got ku ew ji du salan pê ve tê li herêmê û bi tesadûfî ev şikeft dîtî ye.
Yeşîlkaya got ku divê ev der ji bo tûrîzmê bê nasandin.