Haydar Şahin
27 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê bi saya wezifedarkirina li şaredariyê ya bi destê Wezareta Karên Navxweyî gihîşte xizmetên ku bi salan bû hesreta wan mabûn.
Xelfetî bi xweşikahiyên xwe yên tebiî û dîrokî va her sal bala bi hezaran turîstên xwecî û biyanî dikişîne. Bi saya xebatên piştî wezifedarkirinê hatin kirin va reng û rûyê navçeyê guherî.
Mustafa Bayramê DBPyî yê Şaredarê Xelfetiyê ji ber ku alîkarî daye PKK/KCKya rêxistina terorê, wesayîtên şaredariyê di cinazeyên terorîstan da bi kar aniye di çarçoveya lêpirsînê da hat girtin û piştî vê di sala 2016an da Şeref Albayrakê Qaymeqamê Xelfetiyê wekî wekîlê şaredar hat wezifedarkirin.
Piştî ku Albayrak hat wezifedarkirin gelê navçeyê gihîşte xizmetên bi salan bû nedihatin dayîn.
Xelfetiya navçeya Şanliurfayê bi saya wezifedarkirina li şaredariyê ya bi destê Wezareta Karên Navxweyî gihîşte xizmetên ku bi salan bû hesreta wan mabûn. ( Halil Fidan - Anadolu Agency )
Bi xebatên binesazî û sersaziyê va reng û rûyê navçeyê guherî.
- "Me welatî ji heriyê xilas kirin"
Wekîlê Şaredarê Xelfetiyê û Namzedê Şaradariyê yê AK Partiyê Şeref Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema hat ser wezifeyê li navçeyê gelek pirsgirêk hebûn û demildest dest bi xebatan kirin.
Albayrak got pêşiyê bi xebatên ji bo binesazî û sersaziyê û çareserkirina pirsgirêkên turîzmê hewl dan û wiha pê da çû:
"Me pêşiya ji navçeya xwe ra meydanek ava kir. Me bi meydanê va bîna navçeyê fireh kir. Me qadên keks zêde kirin. Li taxan kamp çêkirin. Bi bi Seroktiya Spor Tototyê ra têkilî danî û li navçeyê 7 qadên fitbolê yên xalîçe ava kirin. Bi saya vê ciwanên me demên xwe yên vala li van deran derbas dikin. Mixtar û welatiyên me malên serxweşiyê dixwestin. Me kêmzêde 30 malên serxweşiyê ava kirin. Me li ser rêyan kevir raxistin û welatî ji heriyê xilas kirin. Me ji bo îstixdamê jî projeyên girîng çêkirin. Me bi veberhênerekî fabirqeya tekstîlê da vekirin û nika 100ê wan ji bi tevahî 120 kes li vê derê dixebitin. Me cî da vî veberhênerê xwe. Ew ê piştî hilbijartinê fabirqeyeke 4 hezar mêtreqereyî ava bike û li vê derê jî 600 kes ew ê bixebitin. Em ê pîlanên îstixdamê yên ji bo Xelfetiyê bi tevahî temam bikin."
Qedera Xelfetiyê bi wezifedarkirinê guherî
- Xebatên li Xelfetiyê
Albayrak destnîşan kir ku xebatên ji bo turîzmê jî meşandin û wiha pê da çû: "Projeya me ya herî girîng a ji bo turîzmê ew bû ku rêya turîzmê ava bikin. Em di navbera Xelfetiya berê û ya teze da rêya bîskîletê ya 10 kîlomêtreyî ava dikin. Welatiêyên me yên ku werin Xelfetiya teze ew ê bîskîletê hildin û pê herin Xeletiya berê. Em ê li perê avê jî seyrangeh, cihên rûniştinê û rêyên meşê ava bikin û turîzmê pêş bixin."
Albayrak got ji bo zêdekirina qada gula reş a bi tenê li Xelfetiyê derdikeve jî xebatan bimeşînin.
Salih Erenê ji gelê navçeyê (84) jî ji bo xebatên hatin kirin ji Albayrak ra sipas kir.
Eren diyar kir ku demeke dirêj bû rê xirab bûn û bi hatina Albayrak va rê hatin çêkirin û wiha axivî: "Şikur li ser rêya me xebitn. Ji bo çêkirina rê û xebatên din ji Albayrak ra sipas dikim."