Haydar Şahin
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Gulçîn Sokucuya hunermenda mozaîkan lehmecûna tehma tescîlkirî ya Entabê li ser hunerê xwe neqş kir.
Sokucuya ku tehmên herêmî yên Entabê wek neqşê mozaîkan bi kar tîne bi xebeta xwe yên ku jê ra dibêje "Gasrtomozaîk"ê va hewl dide ku tevkariyê bide tûrîzma bajêr.
Sokucuyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Entab ji xêncî tehmên xwe bi mozaîkan va jî bi nav û deng e, dixwaze ku bajêr zêdetir bê zanîn.
Sokucuyê destnîşan kir ku di fûarên li nav welêt û dervayê welêt da eleqeyeke mezin nîşanî mozaîkên wê yên ku neqşên wan xwarin in didin û got, "Bertekên baş tên dayîn. Berê jî ez li ser vê xebitîm. Min kibaba bacanan jî çêkiribû. Piştî ku bû bajarê gastronomiyê ez tevlî gelek fûaran bûm. Mozaîkên min yên ku neqşên wan xwarin in eleqeyeke mezin dibînin."
Sokucuyê got bi mozaîkên neqşên wê lehmecûn in dê beşdarî Kongreya Tûrîzma Gastronomiyê ya Navneteweyî ya 3yan a ku li Îzmirê bê lidarxistin bibe.