Türkan Tosun
04 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê welatiyê bi navê Kenan Alak 40 sal e tizbiyên curbicur çêdike û wan bi îmameyên cuda va dixemilîne.
Tizbî çandeke Tirkiyeyê ye ku carna ji bo zikirê, carna jî ji bo kêfê tê kişandin.
Kenan Alakê 63 salî odeyeke mala xwe ji bo çêkirina tizbiyan bi kar tîne û bi kevirên karîbar, kuka û yên din va tizbiyên ji hev xweşiktir çêdike.
Alak ji nûçegihanê AAyê ra got dema ew ciwan bûye di destê kesekî da tizbiyeke sor û zer dîtiye, ji ber ku gelekî kêfa wî bi vê tizbiyê ra hatiye bihayê wê pir zêde be jî wî kiriye û eleqeya wî ya li ser tizbiyan ji wê rojê pê va dest pê kiriye.
- "Xweşikiya tizbiyan girêdayî xeyala mirov e"
Alak anî ziman kesekî bi navê "Xalê Cumalî" çêkirina tizbiyan hînî wî kiriye û wiha axivî: "Min di çêkirina tizbiyan da îmame derxist pêş. Di îmameyên sade da hûn ji 10 cureyan zêdetir nikarin çêbikin, lê di îmameyên zîv yên li ser boriyeke hesin a zirav da hûn dikarin bêsînor îmameyan çêbikin. Min ji bo navê şehîdên me, ji bo Omer Halîs Demir tizbiyên bi îmameyên zîv çêkirin. Xweşikiya tizbiyan girêdayî xeyala mirov e. Cara ewil min îmameyên zîv çêkirin, paşê berbelav bûn."
- "Gelekî eleqeyê nîşanî tizbiyên min didin"
Alak got bi xebateke bênavber va piştî 15 saetan îmameyek tê çêkirin ku îmameya herî dirêj a wî heta îro çêkiriye 35 santêm e û wiha dewam kir: "Hundirê welêt û dervayî welêt gelekî eleqeyê nîşanî tizbiyên min didin. Herî zêde ji Almanya û Fransayê daxwaz tê kirin. Min ji welatên Ereban ra jî tizbiyên xwe şand. Tizbiyên min di navbera 750 û 3 hezar lireyî da tên firotin. Lê li gor melzemeyên hatine bikaranîn bihayê wan dikare hê jî zêdetir bibe."
Alak destnîşan kir ew vî karî hînî kesên din jî dike û heta desên wî bigirin û çavê wî bibîne ewê vî karî bike.
Bulent Komurkarayê 2 sal e ji Kenan Alak çêkirina tizbiyan hîn dibe jî got divê qedrê wî bê girtin û wiha axivî: "Divê em qedrê hostayê me yê biqîmet bizanibin. Ez wî ji xwe ra dikim mînak. Heta ji destê min tê ez ji wê rêya ku hostayê me vekiriye dimeşim."