ŞANLIURFA - YASİN DİKME
Mustafa Kirmizideve, ev 83 sal in hostetiya merş û tejê dike. Vî karî ji bavê xwe hîn bûye û li taxa Harrankapiyê di kargeheke 4 metreqareyî de karê xwe didomîne.
Kalê Mustafayî îfade kir ku li bajêr ji hosteyên merş û tejê bi tenê ew maye û got ku dema ez 7 salî bûm, min li bal bavê xwe dest bi vî karî kir û çêkirina tej û merşê ji bavê xwe hîn bûm.
Hosteyê kedkar wiha dewam kir: "50 sal berê li Şanliurfayê gelek kesan ev kar dikirin. Lêbelê her ku çû hêjmara wan kêm bû. Her ku wext derbas dibe û teknolojî pêşve diçe, yên vî karî dikin, kêm dibin. Welatî êdî mehfî û merşên bi makîneyan çêdikin, dikirin. Ji ber ku ev pîşe her diçe ji holê radibe ez pir xemgîn dibim."