11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
QAHÎRE
Hat ragihandin li Qahîreya paytextê Misrê nêzîkî katedraleke qiptiyan teqînek çêbû. Di teqînê da 25 kes mirin û 31 kes birîndar bûn.
Têlevîzyona dewletê ya Misrê daxuyand, li semtê Ebbasiyeyê ku dikeve rojhilata paytextê, di Katedrala Azîz Mark da teqîn çêbû. Jin û zarok jî di nav da 25 kes mirin, ji 30î zêdetir birîndar hene.
Li Misrê nifûs nêzî 90 milyonî ye û ji sedî 10ê nifûsê qiptî ne.