Ofîsa Qûdsê dê sibê bi beşdarbûna Serkonsolosê Qûdsê yê Tirkiyeyê Balyoz Mustafa Sarniç û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midurê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk ve vebe.
Ji Filistînê jî hin kesên bi navdar dê beşdarî merasima vekirinê bibin.
Anadolu Agencyê ji bo vîzyona sala 100emîn biryar dabû ku di dinyayê de li Ewropa (Bruksel), Amerîka, Rojhilata Navîn-Afrîka, Asya-Kafkasya û li Asya-Pasîfîkê saziyên xwe vebike. Armanca AAyê ew e ku heta sala 2020an bi 11 zimanan ve weşanê bike. AA di vê çarçoveyê de ji bilî tirkî, bi îngilîzî, erebî, bhs (boşnakî, hirvatî, sirbî), rûsî, kurdî û fransî weşanê dike.