09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
QUDS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîeya Rojavayê bi hinceta "hewldana kêrkirinê" 2 filistînî kuştin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku "li Axwara herêma Şerîeya Rojavayê 2 welatiyên Filistînê hewl dan ku leşkerên Îsraîlê kêr bikin".
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku gule berî filistîniyan dan û herdu jî mirin, tiştek bi leşkerên Îsraîlê nehat.
Ji ber ku Îsraîl êrîşî welatiyên filistîniyan dike û niştecihên cihû di ser Mescida Eqsayê da digrin ji cotmehê vir da li herêmê ragêşî heye. Hema hema her roj leşkerên Îsraîlê bi îdiaya "hewldana kêrkirinê" filistîniyan dikujin.