07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê Mark Toner ragihand ku Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê di Têkoşîna dijî DAEŞê da yê Serokê DYAyê Barack Obama li bakurê Sûriyê ligel lîderên grûbên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da, ku PYDya baskê Sûriyê yê rêxistina terorê PKKyê serkêşiya wan dike, hat cem hev.
Mark Toner di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane da bersiv da pirsên der heqê nûçeyên hevdîtinên McGurk ên li Sûriyê da.
Toner destnîşan kir ku McGurk li Almanya û Tirkiyê jî hin hevdîtin pêk anîn, li Sûriyê jî digel serokên komên cuda yên di nava HSDyê da hat cem hev û kêfxweşiya xwe ya rizgarkirina Minbicê îfade kir."
Toner wiha xeberda, "Wî di têkoşîna dijî DAEŞê da piştevaniya DYAyê ya ji bo HSDyê piştrast kir. Di heman demê da bal kişand ser girîngiya cîbicîkirina teahudên HSDyê."
Mark Toner ragihand ku hêzên kurd ên di nav HSDê da li ser soza xwe sekinîn û vegeriyan rojhilatê Feratê û got ku Minbica ji DAEŞê hat xilaskirin jî divê ji hêla niştecihên herêmê va bê parastin û wiha dewam kir: "Em dixwazin di nav dema herî kurt da kontrol û jinûva tesîskirina wan derên ku ji DAEŞê hatin xilaskirin teslîmî hikûmeta herêmî û meqamên herêmî yên wê derê bên kirin. Armanca sereke ew e ku ew gelê ji ber DAEŞê mexdûr bûn bila vegerin ser malên xwe û ew bajar jî wek rojên xwe yên berê bibin."