Türkan Tosun
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin eskerekî ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrînê dewam dike de ji ber teqîna teqemeniyekî giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku tedawî dibû şehîd ket.
Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê de hat gotin di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku li Efrînê tê kirin de 22yê adarê dema operasyon dihat kirin teqemeniyek teqiya û eskerek giran birîndar bû. Eskerê birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê li hember hemû hewldanan ew şehîd ket.
Di daxuyaniyê de hat gotin ew ji ber vê bûyera biêş xemgîn in û wiha sersaxî hat dayîn: "Rehma Xwedê li şehîdê me yê ezîz be, Xwedê sebrê bide malbata wî ya bi keser, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk, serê wan sax be."