Türkan Tosun
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê li nêzî navendeke hilbijartinê ya li herêma Kaleya Nazirê êrîşeke xwekujiyê hat kirin û di êrîşê da 31 kes mirin, 57 kes birîndar bûn.
Wezareta Karên Derva ya Efxanistanê diyar kir ku êrîşkar bombeya ku bi xwe va girê dabû li nêzî kesên ku ji bo qeydkirinê dihatin navenda hilbijatinê ya li Kaleya Nazirê, teqand.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wahid Mecrûh ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku hejmara miriyan derkete 31î û ya birîndaran jî derkete 57an.
Bi şîdeta êrîşê camên mal û kargehan şikestin û kolanên herêmê ji trafîkê ra hatin girtin.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Duh milîtanên Talibanê li wîlayeta Gurê ya ku dikeve rojavayê welêt avêtibûn li ser navendeke hilbijartinê û 5 kes revandibûn.
Li Efxanistanê di 20ê cotmehê da tê plankirin ku hilbijartina parlamenteriyê were kirin. Ji bo vê qeydên hilbijêran di 14ê nîsanê da dest pê kiribû.