23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
NEW YORK
Li başûrê Amerîkayê ji ber rewşa hewayê di nav 48 saetan da 15 kes mirin.
Li eyaletên Georgia, Mississippi û Alabamayê bahoz û babelîsk rabû û baran barî û gelek avahî hilweşiyan, meriv mirin.
Li herêmê 15 kes mirin, nêzî 30 kesî birîndar bûn.
Li 7 herêmên îdarî ohal hat îlankirin.
Li başûrê welêt bi tevahî 38 milyon kes dijîn. Hat gotin ku ji ber rewşa hewayê 4 milyon û 800 hezar kes di rîskê da nin.
Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê li Waliyê Georgiayê Nathan Deal û Waliyê Florîdayê Rick Scott geriya û sersaxî da wan. Hat gotin ku Trump ji bo Georgia û Floridayê sozê alîkariyê daye.