BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber polîtîkaya penaberan rêvebiriya nû ya Amerîkayê bi tundî rexne dike û îdia dike ku ew li ser sînoran dîwaran çênake. Lê 12 dîwarên wê yên bitêl û peymanên ku bi welatên cînar re ji bo ku xwe ji penaberan biparêzin wek "dîwarên sembolîk" hatine çêkirin hene.
Piştî Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ewê li ser sînorê Meksîkayê dîwarekê çêbike, ji Brukselê bertekên tund hatin nîşandan.
Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derva yê YEyê Federîca Mogherînî piştî daxuyaniya Trump gotibû ku tu kes nikare ji ber dîn, nijad û cihê ku lê hatiye dinyayê bê mehkûmkirin û dema ku dîwar hilweşîn ewê ji ber kêfxweşiyê pîrozbahiyan li dar bixin.
Mogherînî di 3yê sîbatê de dema ku li hember penaberan bi Libyayê re peymanek hatibû îmzekirin jî vê carê cuda axivîbû û wiha gotibû: "Ev ne dîwarek e, li derva hiştîna merivan nîne. Ev rêbazeke din e, ev mijareke tevlihev e ku bi rêbaza Ewropayê ve rê li ber rêxistinên sûcê girtin e û parastina mafê mirovan e."
- 12 dîwarên şermê yên YEyê
Her çend rayedarên YE û PEyê Trump rexne bikin jî ya ku dikin jî ji Trump qet ne kêmtir e. Nûnera Payebilind ya NYê Mogherînî îdia dike ku wan dîwar daneynîne, lê dîwarên danîne ji zûda ye ku deriyê Ewropayê ji kesên ku ji şer, zilm û xizaniyê direvin ra, girtine. Li Îspanyayê 2 dîwar, li Macaristanê 3 dîwar, li Bulgaristan, Yunanistan, Fransa, Awusturya, Slovenya, Estonya û Makedonyaya ku ne endamê YEyê ye, her yekî dîwarek heye.
- Îspanya
Dîwarê YEyê yê ewil di sala 1993yan da li parzemîna Afrîqayê li dora Septeya (Ceuta) axa Îspanyayê hat danîn. Dîwar 8,4 km dirêj e, 3 mêtre bilind e û bi têla strî va hat têlkirin. Di 2005an da gelek penaberên ku xwestin ji sînor derbas bibin, mirin û li ser vê dîwar 3 mêtreyê din jî hat bilindkirin û bilindahiya wê bû 6 mêtre, dirêjahiya wê jî kirin 11 kîlomêtreyan.
Dîwarê duyemîn jî ji aliyê rojhilat va 400 kîlomêtre dûrî Septeyê ye û li ser sînorê Melîllayê ye. YEyê ev dîwar jî ji bo penaberan çêkir. Li seranserê sînor hêzên Fasê dîwar diparêzin, lê dîsa jî penaber bi rê û rêbazên kevnare va ji dîwêr derbas dibin.
- Bulgaristan û Yunanistan
Heman rewş li ser sînorên Tirkiye-Bulgaristanê û Tirkiye-Yunanistanê jî hene. Li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê ji 2012an û heta niha têlên ku striyên wan tûj in hene.
Bulgaristanê ji bo penaberan di 2013an da 30 kîlomêtre têl kişand ser sînor û par jî derxist 146 kîlomêtreyan.
- Makedonya
Li ser sînorê Yunanistan û Makedonyayê jî têlên strî hene. Makedonya endamê YEyê nîne, lê ji bo ku penaber derbasî welatên YEyê nebin cara ewil di 29ê sermaweza 2015an da têl kişand ser sînorê Yunanistanê.
Makedonyayê di 8ê sibata 2016an da têle duyemîn kişand. Ji bo ku penaber derbas nebin, polêsê makedon û yekîneyên artêşê li ser sînorê Yunanistanê bi cih bûne.
- Macaristan
Macaristanê jî ku yek ji welatên YEyê yê li ser guzergaha penaberan e, di 2015an da dest bi lêkirina dîwarê têl yê bidirik kir. Macaristanê ji bo qutkirina trafîqa penaberan 175 kilomêtro sînorê Macaristan-Sirbistanê bi têla bijilêt a ku 3 mêtro bilind e va pêça, li deverên sînor rewşa awarte îlan kir û mueyîdeyên bihurîna qaçax giran kir.
Piştî girtina sînorê Sirbistanê penaberan vêca berê xwe dan sînorê Hirvatistanê. Li ser vê, hikûmeta macar 120 kilomêtro sînorê macar-hirvat ku bi temamî 300 kilomêtro ye, bi têla bijilêt va vegirt û bi sedan leşker û polês sewqî herêmê kir.
Serşêwirmendê Serokwezîrê Macaristanê Gyorgy Bakondî di daxuyaniya xwe ya 20ê rêbendanê da destnîşan kir ku wan, kamerayên termal, pergala dîtina şevê, reflektor û pergala qeydê monteyî dîwarê têla bijilêt kirin da ku penaber nikaribin bevin welatê wan.
- Slovenya
Slovenya ku li Rojavayê Ewropayê li ser guzergaha penaberên ku ji bo jiyaneke çê û baştir berê xwe didin Ewropayê ye, di mijdara 2015an da dîwarê têl li sînorê Hirvatistanê vergirt.
Êdî di navbera herdu welatan da li rex çemê Sutleyê dîwarê ji têlê ku 150 kilomêtro dirêj e û 2 mêtro bilind e, heye.
- Awusturya
Awusturyayê jî herwiha di meha rêbendanê da 3,7 kilomêtro vegirtina dîwarê ji têlê ya li ser sînorê Slovenyayê temam kir.
- Fransa
Li Fransayê bi alîkariya Îngilistanê ji bo penaberan dîwar hatiye çêkirin. Dîwar ji bo penaberên li kampa Calaisê dimînin li TIRên diçin Îngilistanê siwar nebin, hatiye çêkirin.
- Estonya
Estonyaya endamê YEyê bi têlan sînorê xwe yê bi Rûsyayê ra girtiye.
Estonya bi biryara sala par di meha adarê da hat hildan wê li ser sînorê Rûsyayê dîwarekî 2 mêtro û nîvek bilind û 90-135 kîlomêtro dirêj çêke. Maliyeta dîwarê wê di 2019an da biqede 70 milyon ewro ye.
- Dîwarên sembolîk
YE ji xeynî dîwarên fiîlî bi peymanên bi dewletên cînar ra çêkiriye, hewl dide derbasbûna penaberan asteng bike.
Brukselê di vê çarçoveyê da biryar da pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê yan sekinandin cardin zindî bikin û soza vizeyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê da.
- Wê efxanan bişînin
YE bi dewletên din ra peymanan çêdike.
YE bi peymana par bi hikûmeta Efxanistanê ra îmze kir, bi alîkariya madî biryar da efxanan cardin bişîne welatê wan. YE plan dike 80 hezar welatiyên Efxanistanê paşva bişîne.
- Berê xwe dan Afrîkayê
YE ji bo hejmara penaberan daxe di cotmeha 2016an da bi Nijeryayê ra dest bi hevdîtinên paşvaqebûlkirinê da destpêkirin.
- Trump rexne kirin û bi Libyayê ra li hev kirin
YEyê herî dawîn bi Libyayê ra peyman çêkir.
YEyê di heyama Trump tê rêxnekirin da bi alîkariyeke 200 milyon ewro rê li ber digire penaber derbasî Îtalya û Maltayê bibin.
- "An normal hereket bikin an jî herin"
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di kampanya xwe ya hijibartinê de bangî zilamên misilman yên ku destê jina nagirin kir û wiha got: "An normal hereket bikin an jî herin."
- Kamp hatin belav kirin û îşkence li penaberan re hat kirin
Li Fransayê penabarên ku kampa Calaîsê de dimînin bi midexeleya polêsan bi zorê şandin kampên din. Li Parîsê ji polêsan gelek caran operasyon bir ser kampên penaberan.
Li Îtalyayê dema ku îmzeya tiliyê dihat stendin polêsan îşkence li penaberan kir û ev jî di raporên mafên mirovahiyê de hatin qeydkirin.
Dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) hin tiştên ku qewimî nedîtin û kontrolkirina sînoran heta 3 mehan din dîsa dirêj kir. Kontrolkirina sînoran heta hilbijartinên gişkî ya ku li Almanyayê 24ê îlonê de bê kirin wê 3 mehan carakê bê dirêjkirin.
Helwesta welatên YEyê ya der barê dîwaran de wekî durûtiyê tê dîtin.