Enes Canlı
13 Gulan 2021•Rojanekirin: 14 Gulan 2021
Akinciyên Îsraîlî li bajarê Bat Yamê xwestin şofêrekî Filistînî lînç bikin û paşê êrîşî dikanên esnafê Filistînî kirin û camên wan şikênandin.
Di vîdeoya ku KANa saziya weşanê ya qamûyê ya Îsraîlê parve kir da akinciyên xort ên Îsraîlî êrîşî dikanên esnafên Filistînî dikin û camên wan dişkênin. Akinci di vîdeoyê da diruşmeyên nijadperest berz dikin, komeke qerebalix êrîşî şofêrekî Filistînî dikin û dixwazin wî lînç bikin.
Hat gotin ku koma akincî piştî êrîşan ber bi bajarê Yafayê dimeşin.
- Li kuçeyên Lîdê cardin qerebalixî çêbû
Piştî ku li bajarê Lîdê bûyer derketibûn, Îsraîlê rewşa derasayî îlan kiribû û di navbera saetên 21.00-04.00î da derketina derva qedexe kiribû. Hat ragihandin ku li bajêr di navbera Filistînî û Îsraîliyan da cardin pevçûnan dest pê kir.
Hat dîtin ku cihûyên tundraw êrîşî malên Filistîniyên welatiyê Îsraîlê kirin.
Polêsê Îsraîlê duh piştî ku wesayîta polêsan hat şewitandin û bûyer ji kontrolê derketin, 20 kes binçav kiribûn.