QAHÎRE
Li Misirê artêşê dest da ser birêvebiriyê û biryar da ku di vê navberê de dê Serokê Dadgeha Makezagonê serokomariyê bike. Li qadên Tehrîrê xwepêşandanên kêfxweşiyê tên lidarxistin lê alîgirên Muhemmed Mursî xemgîn in.
Alîgirên Mursî li ber Nasir City û li ber zaningeha Qahîreyê bi xemgînî xwepêşanan li dar dixin û dan zanîn ku dê qadan terk nekin û piştgiriyê bidin Mursî.
Li Îskenderiyeyê Şer
Xwepêşandêran diyar kir ku Serokamar bi derbê anîne xwarê, ev derbe qanûnî nîne. Xwepêşandêran got: ''Em bi kefenê xwe hatin vê qadê û hewce bike em ê bi kefenê xwe jî herin.''
Hat ragihandin ku li Îskenderiyeyê di nav xwepêşandêrên piştgiriyê didin Mursî û muxalifên Mursî de şer derketiye.
Hat diyarkirin ku li bajarê Mûnîfê jî hin xwepêşandêran zirar daye mal û kargehên Birayên Misilman.