Berpirsiyarê Têkiliyên Navxweyî yê Girseya Tirkmenan ê Sûriyeyê Ayhan Ûrlû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku komên muhalifan 4 roj berê dest bi êrîşan kirin, di encama êrîşan de duh Deriyê Sînorê Kesebê girtin bin kontrolê û diyar kir ku di encama êrîşên ku 4 roj in dewam kir de muxalifan kontrola bajaroka Kesebê ya 3 kîlomêtro dûrî navçeya Yayladagiyê bi dest xist.
Ûrlû ragihand ku li girê Avanli û Kirkbeşê yên herêma Tirkmen a Bayirbûcakê şer dewam dike û wiha got: "Duh êvarê bajaroka Kesebê tevî hemû qereqol û cihên kontrolê ve ket kontrola muxalifan. Herwiha sînorê rejima Esed û Tirkiyeyê ji holê hat rakirin."
Hêzên rejimê ji bo kontrola bajaroka li ser sînorê Tirkiyeyê dîsa bi dest bixin êrîşên xwe didomînin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku 17 kesên ku di êrîşan de birîndar bûn ji bo dermankirinê anîn Tirkiyeyê û birîndar li nexweşxaneyên Hatayê tên tedawîkirin.