QAHÎRE
Rayedarên Teşkîlata Birayên Misliman (TBM) diyar kir ku Serokomar Muhemmed Mursî û karsaz Hayrat Şatir ji aliyê leşkeran ve hatine girtin û birine cihekî ku nayê zanîn. Hêzên ewlehiyê ji bo endamên Partiya Dad û Azadiyê û Teşkîlata Birayên Misliman binçav bikin operasyonên xwe didomîn in. Ji hêla din ve artêşê weşana hin têlevîzyonên Misrê da rawestandin.
Li gor agahiyan Muhemmed Bedî yê rêberê Konseya Birêvebirina Birayên Misliman jî mejbûr kirine ku li gundê Endulîsiya li ser bajarê Matruhê îqamet bike.
Di vê navberê tê îdia kirin ku piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî, hejmara kesên ku hatine binçavkirin gihîşt 400 kesî.