WASHÎNGTON
Serokê DYEyê Barack Obama piştî civînên ku serê sibê heya êvarê dewam kirin daxuyaniyeke nivîskî da:
Biryara Artêşa Misrê ya ku Serokomar Mursî ji textê wî xist me dixe nava fikariyên kûr. Obama her wiha got ku divê bi awayekî lez û bez artêşa Misrê birêvebiriyeke sîvîl bide hilbijartin û birêvebiriyê teslîmê wan bike. Her wiha bertekên keyfî yên li hember Mursî û piştevanên wî neyên kirin.
Serokê DYEyê Obama dûpat kir ku bi geşedanên ku li Misrê dê çêbin, DYE jî li gorî haydariya xwe dê alîkarî û piştevaniya xwe kêm neke. Ji ber vê yekê telîmat dane hemû wezaretên eleqedar.
Obama bangawazî kir ku em wek DYE piştevaniya tu partî û şexsî nakin. Em baweriyê bi payebilindiya hiqûqê tînin. Ji ber wê em dibêjin ku divê artêşa Misrê bi awayekî zelal otorîteya tam di demeke zû de dîsa teslîmê birêvebiriyeke sîvîl bike.
Obama da zanîn ku heya mirov bigihêje demokrasiyê gelek zehmetî tên dîtin, lê belê di dawiya dawî de jî dîsa divê li gor dilê milet biqede. Li Misrê birêvebiriyeke li gor dilê milet, saxlem û durust, biqabiliyet û temsîlkar bingeha hevkariya DYEyê û Misrê ya berjewendî û nirxên hevpar e. Em ê ji bo demokrasiya Misrê û gelê Misrê mil bidin hev.
Obama di daxuyaniya xwe de rasterast peyva "derbe"yê bi kar neanî.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-Mun di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku em rûdan û geşedanên li Misrê ji nêz ve teqîb dikin. Her wiha em ê piştevaniya gelê Misrê jî bikin.
Ban Ki-Mun da zanîn ku Misr di veguherîna xwe de di demeke hesas de ye û di bangawazîya xwe de got ku bila gelê Misrê di vê serdema hesas de di nav sukunetê, diyalogê de be û ji îtidal û şîdetê jî dûr bisekine.
Ban Ki-Mun got ku divê li gor daxwaz û fikariyên gel tev bigerin û rêz ji mafê îfade û kombûnê re bê girtin.
Ban Ki-Mun dûpat kir ku yên tevî xwepêşandanan bûne dixwazin hêvîşikestinên xwe û fikariyên xwe yên heqdar bînin zimanî. Mudaxaleya leşkeran li dewletê me dixe nav fikariyan, ji ber wê bi awayekî lez û bez divê birêvebiriya sîvîl û demokratîk bê xurtkirin.
Ban Ki-Mun da zanîn ku dinya li benda pêngavên Misrê yên ji bo aştî û wekhevî û demokrasiyê ne.