Türkan Tosun
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
ANKARA
Fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê yê Îranê Mihemed Elî Caferî got li welêt ji ber rêvebiriya nebaş pirsgirêkên aboriyê gihîştiye asteke nebaş.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a Îranê ISNAyê, Caferî li Tehranê di merasimekê de axivî û rêvebiriya hikûmeta Serokomar Hesen Ruhanî rexne kir.
Caferî got ji bo edaleta civakî pêk bê, pêşketineke maddî û manewî çêbibe divê her kes hewl bide û wiha dewam kir: "Debara gel, pirsgirêkên aboriyê ji ber hewldanên dijminan û rêvebiriyeke nebaş a li welêt gihîştiye asteke nebaş."
Caferî anî ziman rêvebiriya welêt divê li gor rewşên heyî û Îslamê be.
Ji bo Artêşa Muhafizên Şoreşê jî Caferî got ew bi tenê sazûmaneke eskerî nîne û wiha dewam kir: "Muhafizên Şoreşê di serî de wek hêzeke eskerî derkete holê, lê îro di her qada civakî de xebatan dike."
Caferî 100 siyasetmedar û aktîvîstên sivîl ên ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra name şandine ku di navbera Îran û Amerîkayê de bila bê şert û merc hevdîtin çêbibin, rexne kir û got fikrên wan ên rojavayî, lîberal û ne îslamî xwedî pirsgirêk in.