İbrahim Atmaca
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
XEZE
Berdevkê artêşa Îsrailê Ovîjaa Odraeî piştî daxuyanî da û îdia kir ku ji Xezeyê rokêt avêtin Îsrailê, jetên Îsrailê Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam ku şaxa leşkerî ya Hamasê ye, rojavayê Xezeyê, du kozikên li bakurê Refahê û li navenda Xezeyê cihekî vala bombebaran kir.
Odraeî li ser hesabê xwe yê Facebookê der heqê êrîşa Îsrailê da daxuyanî da û got ku jetên hêzên esmanî li bakur û başûrê Xezeyê baregehên Hamasê bombebaran kir, êrîşên esmanî wek heyfa roketa ku ji Xezeyê avêtin herêma Şair Negew hat hildan.
Berdevk Odraeî diyar kir, ji ber ku Xeze di bin desthilatiya Hamasê da ye, ji her cure êrîşên ku li ser Îsrailê tên kirin, berpirsiyar e.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra daxuyand ku di êrîşan da tiştek bi kesî nehat.
Berdevkê Hamasê Fewzî Berhûm jî got ku tê zanîn ku îdiaya roketê lîstikeke bitalûke ya Îsrailê ye.