XEZE
Hemasê êrîşên bibombe yên li ser xaniyên hin rayedarên tevgera Fetîhê yên ku li Şerîayê tên kirin şermezar kir.
Di daxuyaniya Hemasê de wiha hat gotin: "Em êrîşên bibombe yên li ser xaniyên hin rayedarên tevgera Fetîhê şermezar dikin."
Hemasê ji hêzên ewlekariyê yên li Xezeyê xwest ku ji bo kesên ku tevî wan bûyeran bûne bên dîtin bira demildest lêpirsînê bidin destpêkirin û ew kes bên dîtin û darizandin.
Li Xezeyê bi bombeyan êrîşî xaniyên hin rayedarên tevgera Fetîhê û her wiha çalakiyên ku ji bo bîranîna Serokê Dewleta Filistînê yê berê Yaser Erefat hatibûn lidarxistin kiribûn. Hatibû diyarkirin ku di bûyeran de tu kes birîndar nebiye û nemiriye.