GAZÎANTEP
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku operasyonên ser rêxistinên terorê yên dabeşker dê bênavber berdewam bikin û got ku "Heta ku em kokê rêxistina terorê biqelînin dê têkoşînê berdewam bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Gelê min darvekirinê dixwaze ne wisa? Meqama ku dê biryara vê bide kîjan e? Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê ye. Ji ber ku yên wir wekîlên we ne û şaxa rêzikdanînê ye. Min ev daxwaza we ragihande wan, ez dîsa îro ji vir radigihînim. Divê li ser vê mizakereyê bikin û pişt re biryara xwe bidin, dema biryar hat pêşiya min jî ez nêrîna xwe dibêjim, ez ê vê biryarê pesend bikim."
Serokomar Erdogan beşdarî "Mitînga Yekîtî, Bihevrebûn û Biratiyê" ya ku li Qada Demokrasiyê ya 15ê temûzê ya Gazîentabê hat lidarxistin bû û xitabî welatiyan kir.
Erdogan diyar kir ku ji bo sersaxiyê hat Gazîentabê û wiha axivî: "Şeva 20ê tebaxê roja şemiyê Gazîentab bi rûyê herî namerd ê terorê re rû bi rû ma. Terorê zarokekî 14 salî wek êrîşkarê xwekujiyê bi kar anî û di destheneyeke li Taxa me ya Akdereyê hema bêje xwîn herikand, mirov kuştin."
Erdogan bi bîr xist ku di êrîşê de 34 jê zarok 54 welatî mirin, 44 zarok 94 welatî jî birîndar bûn û got ku "Êrîş ew qas hov bû ku hê jî miriyên me yên ku nasnameyên wan nehatine tespîtkirin, hene."
- "Di vê xwîna ku diherikînin de dê bixeniqin"
Erdogan got ku Xwedê rehma xwe li kesên ku di êrîşê de mirin bike, serê malbatên wan sax be û Xwedê şifayê bide birîndaran û wiha axivî: "Bi eqrebayên kesên ku di êrîşê de wefat kirin re bila serê hemû Tirkiyeyê, hemû Gazîentabê sax be. Ev xaîn ew qas çavsorî bûne ku bi bikaranîna zarokekî zarokan, bebekan û mirovên mesûm qetil kirin û ew xaîn teqez dê xwîna ku dirijin de bixeniqin."
Kesên di qada mitîngê de dirûşmeyên wekî "Em darvekirinê dixwazin" berz kirin û Serokomar Erdogan li ser vê yekê ev gotin: "
"Birayên min, min fikra xwe ya di vê mijarê de her dem got. Ez vê li Gazîentabê jî dibêjim, gelê min darvekirinê dixwaze ne wisa? Meqama ku dê biryara vê bide kîjan e? Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê ye. Ji ber ku yên wir wekîlên we ne û şaxa rêzikdanînê ye. Min ev daxwaza we ragihande wan, ez dîsa îro ji vir radigihînim. Divê li ser vê mizakereyê bikin û pişt re biryara xwe bidin, dema biryar hat pêşiya min jî ez nêrîna xwe dibêjim, ez ê vê biryarê pesend bikim. Çima? Li aliyekî di teşebûsa derbeyê de 241 ewldên me şehîd ketin, li aliyê din jî 54, li aliyê din16, her dem bi çalakiyên bi vî awayî dê ev qas mirovên me bên kuştin, ew kesên ku dikujin jî dê bi hêsanî bigerin an jî li girtîgehan bên xwedîkitin. Birayên min li piraniya dinyayê hê jî cezaya darvekirinê heye. Ewropaya bejayê xariç."
- "Va ye Gazîentab li vir e, baş e lê hûn li ku ne?"
Erdogan bal kişand ku Tirkiye teslîmê tu rêxistinên terorê û rêbazên terorê nebû û wiha axivî:
"Ew kesên ku li merasima nîşanê ya li Taxa Akdereyê li wê destheneyê xwîn rijandin heke wisa bawer dikin ku dê bi vî awayî serê gazîentabiyan bitewînin dixapin. Va ye Gazîentab li vir e, baş e lê hûn li ku ne? Bi taxên Akdere û Beybahçeyê vir e, bi taxên Vatan û Guzelvadiyê re vir e, bi taxên Barak, Şîrînevler, Turkmenlerê vir e, bi sûriyeyiyên li bajêr re, bi mêvanên me re vir e. Ew kesên ku li netewe, meşreb û fikra siyasî ya welatiyên me yên ku li dora taxa ku êrîşa bi bombe lê hat kirin, nêrîn û wisa bawer kirin ku dê bikarin wan tehrîk bikin car din têk çûn."
Erdogan qala êrîşa terorê ya li Gazîentabê ya ku bû sedema mirina 54 kesan kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ew kesên ku êrîşa terorê ya 20ê tebaxê dan kirin û kirin jî ew kesên ku mirinan wekî firsend dibînin û hatin vir û xwestin ku êşan îstismar bikin jî dersê ku heq dikirin ji we dîtin. Ez her dem dibêjim, va ye ez car din vir jî dubare dikim, Tirkiye êdî nakeve nav van lîstikan."
- "Xwediyên Cerablûsê êdî li Cerablûsê bi cî dibin"
Erdogan destnîşan kir ew kesên wisa zen dikin ku dê bi bikaranîna rêxistina terorê vî welat û gelê têk bibe, bila bizanin ku pîmên bombeyên ku dê sibê di destê wan de biteqin kişandine û wiha axivî:
"Gazîentab mînaka herî baş a vê yekê ye. Va ye Cerablûs. Çi bûn? Qarqamişê her dem nerehet kirin, her dem bi topên hewanê êrîşê Qarqamişê kirin. Carek sebir, du car sebir, sê, çar, pênç, deh. Sebir, sebir, sebir... Me got ku 'êdî bes e' û 'Nexwe çi hewce bike dê bê kirin'. Va ye lê binêrin Cerablûs hat valakirin. Xwediyên Cerablûsê niha li Cerablûsê bi cî bûn. Em ê her cure piştgiriyê bidin birayên xwe yên cerablûsî yên li Gazîentabê yên dixwazin ku vegerin welatê xwe, em ê arîkarî bidin. Êdî dê her kes cihê xwe bizane. Me her cure piştgirî da Artêşa Sûriyeya Azad û wan jî operasyona hewcedar kirin."
- "Bi sedhezaran mirov yek ji destanên herî mezin ên dîrokê nivîsand"
Erdogan bi bîr xist ku di 20ê tebaxa 2012an de roja duyemîn a Cejna Qurbanê PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî êrîşê Gazîentabê kir û di êrîşê de 10 welatî mirin û wiha axivî:
"Ma Gazîentabê hember PKKyê serî tewand? 8 roj beriya niha DAÎŞê bi êrîşkarê xwekujiyê êrîş kir, ma serî tewand? Ew hemû şehîd ketin. Gazîentabê hember DAÎŞê serî netewand. Lê ez niha bang dikim, vir, li ku dibin bila bibin em ê bikevin qulên wan, ew li ku bin dê wan derxînin. Di 15ê tîrmehê de şebekeya îxanetê ya ku dibêjinê FETO bi tank, balafir, firoke, çekên ku ji dewletê xesb kir bi gelê me re êrîşê gazîentabiyan jî kir. Baş e lê Gazîentabê hember FETO serî tewand? Bereksê wê bi sedhezaran mirovên ku li qadan civiyan yek ji destanên herî mezin ên dîrokê nivîsand".
- "Ragihînin qereqolên me, dozgeriyên me
Erdogan bangî welatiyan kir û got ku "Ez bangî hemû kesên di saziyên dewletê dikim; heke di nav we de kesên ku li pêy wî şarlatanê li Pensîlvanyayê diçin hebin êdî ji wir veqetin. Heke hûn veneqetibin ez bangî gelê xwe dikim; heke ji nav we ew kesên ku li pêy wî şarlatanê diçin dizane hebe wan ragihînin qereqolên me, dozgeriyên me û çi hewce bike em bikin. Em ê bi wan re nemeşin."
Erdogan got "van îxanetê welêt kirin, îxanetê Hêzên me yên Çekdar kirin, îxanetê Teşkîlata ma ya Ewlehiyê kirin" û wiha axivî: "Hatin harekata taybet, bombe kirin, wir 53 egîdên min şehîd kirin. Ev polêsên vî gelê ne, Harekata me ya Taybet e. We çawa karî wisa bêrehmane bi F-16an bombe bibarînin. Heman tiştê li ber derê Kulliyeya Serokomariyê kirin. Wir jî 36 birayên min birîndar bûn, 6 jê şehîd ketin."
- "Em ê hesaba her dilop xwînê bipirsin, em dipirsin"
Erdogan bi bîr xist ku terorîstan heta duh ji dersînor Qarqamîşê tecîz dikirin û wiha axivî: "Niha artêşa me jî wan diqewirîne. Niha direvin, direvin başûr, direvin rojhilat û rojava. Ew dê birevin û em ê bidin pey wan. Vê dewletê xwîna tu şehîdên xwe, tu xaziyên xwe li erdê nehiştiye dê nehêle jî. Bila eqrebayên wan musterîh bin, bila gelê me musterîh be."
Erdogan got "Me rihên şehîdên xwe yên Gazîentabê jî muezzep nekir em ê nekin jî" û wiha axivî:
"Bizanin ku dewleta me bi hemû derfetên xwe li gel şehîd û xaziyên me ye. Em ê her cure piştgiriya madî û manewî bidin. Em nikarin miriyan paş ve bînin, nikarin ew agirê ku ketiye dilan paş ve bistînin lê em ê hesaba her dilop xwîna ku rijiya bipirsin, em dipirsin, em ê bipirsin jî. Em gelekî baş dizanin ku rêxistinên terorê navên wan cuda be jî xizmetê heman armancê dikin. Di navbera PKKya ku xwîna 11 polêsên me rijand û DAÎŞa ku 54 welatiyên me kuşt de çi ferq heye? Çi ferqa FETOya ku di 15ê tîmehê de 241 mirovên me şehîd kirin û 2 hezar û 194 birayên me birîndar kirin û PKK û DAÎŞê heye."
news_share_descriptionsubscription_contact


