LONDRA
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk Ofîsa Londrayê ya AAyê vekir.
Arinç, diyar kir ku Anadolu Agencya 94 salî gelek serkeftin bi dest xistin, ajansa ku dengê Tirkiyeyê ye ji niha pê de dê bibe dengê Londrayê. Arinç, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ajansa me di armanca xwe ya ku bibe yek ji ajansên herî baş yên cîhanê gelek bi ser ket. Hê li ber me 6 sal hene. Armanca me ya piştî 6 salan ew e ku em bibin yek ji pênc ajansên herî baş. Em ê teqez bigihêjin vê armanca xwe."
"Vebûna ofîsa Londrayê ji bo me merhaleyeke girîng e"
Arinç diyar kir ku sazîbûna gerdûnî ya Anadolu Agencyê gelekî girîng e û got ku vebûna ofîsa Londrayê di nav bernameya me ya xebatê de ji bo me merhaleyekî gelekî girîng bû. Em niha vê pêk tînin. Em ji ber vê gelekî serbilind in."
Arinç got ku min di têkiliyên xwe yên Londrayê yên bi qasî du rojan de dît ku Îngilistan di nûçegihanî, fînans û dîplomasiyê de herêmeke gelekî girîng e û got ku divê em vê herêmê îhmal nekin.
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç wiha axivî: "Ez Arîkarê Serokwezîr yê ji hemû saziyên çepmeniyê berpirsyar im. Der barê saziyên din de jî agahiyên min hene. Lê bi taybetî Anadolu Agency di vê mijarê de valahiyeke gelek mezin dagîrt. Ez dikarim bi dilnermî bibêjim nûçeyên bi logoya Anadolu Agencyê li hemû Tirkiyeyê belav bûne û hemû cîhan nûçeyên bi logoya Anadolu Agencyê bi teqdîreke mezin pêşvazî dikin. Ez bi vê yekê serbilind im."
Arinç nirxandineke wekî "AA nûçeyên xwe teqez objektîf û gelekî lezgîn dide, ji ber vê yekê AA markayeke ewledar e." kir.
"Duyemîn ofîsa me ya mezin a li Ewropayê Londra ye"
Serokê Lijneya Birêvebirinê yê AAyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk jî got ku gelekî girîngî didin ofîsa Londrayê. Ozturk got ku em wisa bawer dikin ku dê bi ofîsa Londrayê hêza ajansê xurtir be. Ozturk destnîşan kir ku ofîsa Londrayê ji aliyê nûçeyên fînansê ve girîng e û got ku "Em ê li Londrayê bi tirkî, îngilizî û erebî nûçeyan çêkin."
Ozturk da zanîn ku xebatên ajansê yên bi zimanê cuda gelekî pêş ketin û wiha axivî: "Hêza herî girîng ya Anadolu Agencyê ji Rojhilata Navîn tê. Plana me ew e ku em cîhanê ji pênc herêman birêve bibin. Em parzemîna Amerîkayê ji New Yorkê birêve dibin. Herêma Ewropayê ji Brukselê birêve dibin. Duyemîn ofîsa me ya mezin ya li Ewropayê jî Londra ye."
"Em di weşanên erebî de yek ji ajansên herî girîng yên cîhanê ne"
Ozturk got ku em plan dikin ku di salên beriya me de li herêmên Moskova û Çînê jî ofîsan vekin. Hêza me ya herî girîng ji sazîbûna me ya li Rojhilata Navîn tê. Di 22 welatên ku erebî diaxivin de, ofîsên me û xebatkarên me hene. Em di weşanên erebî de yek ji ajansên herî girîng yên cîhanê ne."
Ozturk bal kişand ku gelek girîngî didin herikîna nûçeyan a di navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê de û got ku em dixwazin ku di navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê de xeta xebaran a alternatîf ava bikin.
"AA di nûçegihaniya çalak de serê me bilind dike"
Balyozê Londrayê yê Tirkiyeyê Unal Çevîkoz jî diyar kir ku Balyozxane û Anadolu Agency bi hev re dixebitin û got ku Londra navenda nûçegihaniyê ye. Ajans di nûçegihaniya çalak de her û her serê me bilind kiriye."
Endama ewilîn a misilman a Kamaraya Lordan a Parlementoya Îngilizan Barones Pola Ûddîn, Nûnera KKTCê ya Londrayê Oya Tûncali, Endamê Lijneya Birêvebirinê ya AAyê Refîk Korkûsûz, Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Ebûbekîr Şahîn, Dîrektorê Herêma Ewropayê yê AAyê Ûral Yeşîl, CEOyê Press Assocîatîonê Clîve Marshall, nûnerên saziyên sivîl yên Turkuasê û gelek beşdarvan beşdarî vebûnê bûn.