Said İbicioğlu
29 Tebax 2021•Rojanekirin: 29 Tebax 2021
Îsraîlê li Xezeya dorpêçkirî, li dijî ciyekî baskê çekdar ê Hemasê Tûxayên Îzedîn el-Qesam û her wiha zeviyeke çandiniyê êrîş pêk anî.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji şahidan wergirt, balafirên şer ên Îsraîlê li naverasta Xezeyê li dijî ciyekî baskê çekdar ê Hemasê Tûxayên Îzedîn el-Qesam û her wiha li bakurê Xezeyê jî li dijî zeviyeke çandiniyê êrîş pêk anî.
Ji meqamên Filistînî hê jî daxuyanî nehatiye dayîn ka di êrîşan da kuştî hene an na, lê artêşa Îsraîlê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha ragihand, "Beramberî balanonên şewatê yên ku ji aliyê Xezeyê hatin şandin, navendeke perwerdeyê û yeke hilberîna çekan ên Hemasê bûn armanc."
Wezareta Tenduristiya Filistînê ragihandibû, di êrîşa eskerên Îsraîlê ya dijî Filistîniyên ku ber êvarê li herêma sînor dorpêça li ser Xezeyê şermezar kirin da 11 kes birîndar bûn.
Xeta Xezeyê ya ku nifûsê wê bi qasî 2,1 milyonî ye, ji 2006an vir va ji behr, beja û asîman va di bin dorpêça Îsraîlê da ye.