Kasım İleri
29 Tebax 2021•Rojanekirin: 30 Tebax 2021
Li New Yorka bajarê Amerîkayê bi sedan Efxan li hev civiyan û Talibana ku Efxanistanê bi dest xistiye protesto kirin.
Vekişîna Amerîkayê ya ji Efxanistanê dewam dike, li New Yorkê bi navê "Azadiya Efxanistanê" çalakiyek hat lidarxistin.
Bi sedan Efxan beşdarî vê çalakiyê bûn û Talibana ku Efxanistanê bi dest xistiye protesto kirin.
Komê bangî welatên herêmê kir ku jinên Efxan bên parastin.
Di çalakiyê da pankartên "Efxanistanê xelas bikin", "Destûrê bidin penaberan", "Amerîkayê em xapandin" hatin nîşandan.
Kom paşê çû li ber avahiyê Neteweyên Yekbûyî û daxuyanî da.