11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
HELEB
Hat ragihandin balafirên şer ên artêşa Rûsyayê xeta eniya muxalifan a ku li bakurê Helebê dijî rêxistina terorê DAEŞ û PYDya baskê PKK ya li Sûriyeyê ye hatibûn vekirin, da ber bombeyan.
Ji berpirsê çapemeniyê yê Eniya Şamê Ebû Mehmûd Nasir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafirên ûris bombe barandin ser xeta eniya muxalifan û rêyên alîkariyê yên li Kafraya gundê Helebê bûn.
Nasir got ku balafirên ûris êrîş birin ser navçeyên Tel Rifat, Ezez û herêma Deyr Cemalê ya di bin kontrola muxalifan de û wiha pê de çû: "Balafirên ûris li Ezezê êrîşî ser xetên eniya muxalifan a ku li hemberî DAEŞê vekiribûn kirin. Hemû êrîşên ûris dema ku muxalifan û DAEŞê bi hev re şer dikir qewimîn."