İbrahim Atmaca
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 51 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 6 hezar û 988an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 1806 zêde bû û derket 120 hezar û 198an.
Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 2 hezar û 705 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, heta niha 94 hezar û 464 kes jî qenc bûne.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin û paşê li hemû welêt bela bûbû.