Bapîr daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku serxwebxwn ji bo herêma Kurdistanê mafeke meşrû ye û parast ku dê qartê serxwebûnê her dem di destê wan de be û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Lê belê bi gotina dê haydê em serxwebûnê îlan bikin, nabe. Bêguman şert û mercên serxwebûnê jî hene. Ji bo ku em vê mafê bi dest bixin, şertên guncav hewce dikin. Divê çavkaniyên leşkerî, dîplomatîk, siyasî û aborîya dewleta kurdan hebe. Her wiha hewceyê piştgiriya navneteweyî jî heye. Piştî êrîşên DÎŞIyê em wek kurdên iraqî serxwebûna Kurdistanê divê ji nû ve binirxînin. Di rojeva nû ya derket holê de nîqaşa serxwebûna dewleta Kurdistanê paş de ket."
-"DÎŞI dagirkeriyê dike"
Bapîr li ser êrîşên DÎŞIyê jî sekinî û got ku "Ewê ku milîtanên çekdar li Mûsil û Iraqê dike dagirkerî ye. Nikarin bi zorî şerîata îslamê xelkê bidin ferzkirin."
Bapîr destnîşan kir ku divê dewleta îslamê li ser rizaya gel bê avakirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewleta îslamê bi zorî lêferzkirinê nayê avakirin. Zorbetî li dijî îslamê ye. DÎŞI kesekî ku misilman wî nas nakin wek xelîfe îlan kir. Der barê vê de tu plan û bernameyên wan tune ne. Tenê li Mûsilê bandora wan heye lê xelîfeyê ji bo herêmên din jî hilbijartine. Ev tişteke gelek bê mantiq e. Ne xelîfeya misilmanan wiha dibe, ne jî dewleta îslamê bî vi awayê tê damezrandin."
-Geşedanên li Iraqê
Bapîr da zanîn ku divê namzedê serokwezîrtiyê Heyder el-Îbadiyê ku ji bo avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin, ji siyaseta nebaş a Nûrî el-Malikî ders derxîne.
Bapîr destnîşan kir gelek girîng e ku serokwezîrê nû yê Iraqê tu navbera tu welatiyan de ferq û mêhliyê neke û wiha aixvî: "Divê dawî li ciyawaxiya di navbera hêmanên etnîk û dînî de bînin. Kurd jî di vê maweyê de ji bo berjewendiyên xwe çi hewce dike divê wisa tevbigerin."
-"Erdogan û Gul pêngavên girîng avêtin"
Bapîr geşedanên li Tirkiyeyê jî nirxand û Recep Tayyîp Erdoganê ku bû serokomar pîroz kir. Bapîr bal kişand ku Erdogan û Gul bi hev re gelek pêngavên girîng avêtin û wiha axivî: "Erogan û Gul li Tirkiyeyê di bicîkirina edaletê û başkirina aboriyê de serkeftinek bi dest xist. Her du serokan bi pêvajoya aştiyê pirsgêrêkên kurdan ên ku bi salan in berdewam dikin, çareser kir û wan karî ku hestên biratiyê yên di navbera kurd û tirkan de xurt bike. AK Partî li hember gelên din siyaseteke çêtir bi rê ve bir. Bi taybetî têkiliyên wan ên bi ermenî û rûmên Qibrîsê re erênî bûn. Helwesta Erdogan a ku ji bo Filîstîn û Misrê nîşan da divê bê pîrozkirin."
Bapîr diyar kir hêvî dikin ku di maweya serokomariya Erdogan de ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê û xurtkirina hestên biratiyê bêtir çalak be.
-Bûyerên ku li Xazeyê diqewimin
Elî Bapîr der barê rexneyên dibêjin ku li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xazeyê partiya we têrî xwe bertek nîşan neda de jî wiha axivî: "Helwesta me hebû. Lê belê rast e ku me li hember wehşeta deraqilî ya girseya siyonist a li ser Filîstîna masûm û mazlûm, têrî xwe bertek nîşan neda. Sedema vê yekê jî rewşa aloz û pevçûvên li Iraqê ne. A ku balê dikşîne helwesta welatên ewropayî ne. Welatên Ewropayî li hember wehşeta li ser Filîstînê bêdeng man. DYA çima Îsraîlê asteng nake? Ev rewş rasterast li dijî mafên mirovan ên ku welatên wekî DYA, Rûsya, Çîn û welatên dinên mezin wî diparêzin e."