Muhammet Kurşun
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo referandûma serxwebûnê ku bû sedema gelek nîqaşan dengê xwe da.
Barzanî, li Navçeya Selaheddîn-Pîrmama Hewlêrê, ji bo referandûma serxwebûnê çû ser sindoqê û dengê xwe avêt.
Barzanî, serê sibehê çû sindoqa ku li Avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû danîn û piştî îşaretkirina pisûleyê tiliya xwe ya bihibr nîşanî endamên çapemeniyê da.
Serokê Herêmê, ji destpêkê ve li ser birêveçûna referandûmê israr kir û di encamê de aliyên ku pêştir îtiraz dikirin jî, do êvarî piştgiriya xwe bo pêvajoyê ragihandin.