25 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
BERLÎN
Li Almanyayê hilbijartina giştî Yekîtiya Demokrat a Mesîhiyan (CDU) ku Serokwezîr Angela Merkel seroka wê ye û Yekîtiya Civatê ya Mesîhiyan (CSU) ku partiya eyaleta Bavyerayê ye, qezenc kirin.
Li gor encamên berwext ku Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Federal, partiyên Yekîtiya Mesîhiyan (CDU/CSU) bi tevahî ji sedî 33 deng hilda û bû yekemîn.
CDU/CSUyê li gor hilbijartina 2013an ji sedî 8,5 deng kêm hilda.
Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) ku şirîkê hikûmetê ye jî li gor hilbijartinên berê ji sedî 5,2 deng kêm hilda û daket ji sedî 20,5an.
Partiya ji bo Almanyayê Alternatîf (AfD) ji sedî 12,6 deng hilda û cara ewil kete Meclisa Federal.
Partiya Demokrat a Hur (FDP) jî ji sedî 10,7 hilda û bû partiya çaremîn.
Partiya Çepgir ji sedî 9,2 deng hilda û bû partiya pêncemîn. Keskan jî ji sedî 8,9 deng hilda û cardin ket meclisê.
Partî wê îro li ser encamên hilbijartinê nirxandinan bikin.