Muhammet Kurşun
20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêşwaziya Wezîrê Derveyî yê Almanyayê Sigmar Gabriel de li ser referandûma serxwebûnê ragihand ku, "Belê me biryara referandûmê daye û niha hemû alî hewl didin ku komîteyekê pêk bînin da ku wextê wê diyar bikin. Herwiha pêngavên din ên ji bo referandûmê pêwîst jî dê ji hêla vê komîteyê ve werin taqîbkirin. Yên ku rexneyê li referandûmê digirin, ez dibêjim mumkin e bi başî mesele fêm nekiriibin. Referandûm ew e ku raya hemû xelkê Kurdistanê bi cîhanê bidin zanîn. Yanî dê were gotin raya Kurdistanê der barê serxwebûnê de ev e."
Barzanî û Wezîrê Derveyî yê Almanyayê Sigmar Gabriel piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Serokê Herêmê di axaftina xwe de ji bo piştgiriyê sipasiya Almanyayê kir û got: "Almanyayê di wextên teng de arîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Li ser navê xelkê Kurdistanê û Pêşmerge sipasiya Almanyayê dikim. Em sipasiya eskerên Almanyayê jî dikin ku perwerdeya Pêşmerge dane û fêdeyeke baş gihandine wan."
Barzanî ba kişand ser ziyareta wezîrên Almanyayê û got ev yek nîşaneya dostaniya herdu aliyan e.
Li ser lidarxistina referandûma serxwebûnê Barzanî raya xwe wiha derbirî:
"Belê me biryara referandûmê daye û niha hemû alî hewl didin ku komîteyekê pêk bînin da ku wextê wê diyar bikin. Herwiha pêngavên din ên ji bo referandûmê pêwîst jî dê ji hêla vê komîteyê ve werin taqîbkirin. Yên ku rexneyê li referandûmê digirin, ez dibêjim mumkin e bi başî mesele fêm nekiriibin. Referandûm ew e ku raya hemû xelkê Kurdistanê bi cîhanê bidin zanîn. Yanî dê were gotin raya Kurdistanê der barê serxwebûnê de ev e. Ev pêvajoyek e. Em digel Bexda û aliyên din dikevin nav guftûgoyê. Ev nayê wê maneyê ku emê yekser rêya tundiyê hilbijêrin. Na. Em rêya aştiyê hildibijêrin, rêya guftûgoyê hildibijêrin. Ragihandina raya xelkê Kurdistanê û tesbîtkirina rewşê, di xêra hemû xelkên herêmê de, ereb, kurd û herkesî de ye."
"Arîkariya hatiye kirin ne di asta pêwîst de bû"
Barzanî der barê şerê Mûsilê û beşdariya Pêşmerge di vî şerî de wiha agahî dan:
"Berî şerê Mûsilê dest pê bike me planeke hevbeş danî digel Iraqê û hevpeymanan. Erka Pêşmerge hat diyarkirin. Pêşmerge 17ê Çiriya Pêşîn dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kir. Di 27ê Çiriya Pêşîn de jî erka xwe bicih anî. Bi dirêjahiya 100 kîlometre û kûrahiya 10 kîlometre xeta parastina DEAŞê têkşkand û piştî wê Artêşa Iraqê li rojhilatê Mûsilê dest bi operasyona xwe kir. Niha şer ketiye aliyê rojava. Şerekî giran e. Lê hem Pêşmerge hem Artêşa Iraqê şerekî baş kirin û serkeftinên mezin bi dest anîn. Şerê niha giran bûye lewra ketiye nav kolanan. Firoje wek hewce nikare mudaxele bike. Mesele wext e. Bi qenaeta min DEAŞ ber bi şkestinê ve diçe. Lê ev nayê wê maneyê ku dema Mûsil temam bû DEAŞ jî temam dibe. DEAŞ bi şêweyekî din dimîne. Lê belê ji bo wan dibe şkestineke mezin lewra ewan Mûsil wek paytextê xîlafeta xwe nîşan kiribûn."
Li ser arîkariya çekan jî wiha axivî:
"Em sipasiya piştgiriyê dikin. Hem ji esman hem ji aliyên din ve arîkarî hat kirin. Lê di meseleya dayîna çekan bo Pêşmerge, na wellahî hetanî niha jî ne di wê astê de ye ku îhtiyaciya me pê heye.
- "Herêma Kurdistanê xwedî ehemmiyeteke zêde ye."
Gabriel jî j Barzanî re got: "Rêza me ji bo we, ne tenê ji bo şerê li dijî DEAŞê ye. Herwiha ji bo arîkariya jimareke ew qas zêde ya penaberan e jî. Ew tişta ku Herêma Kurditanê di şerê li dijî DEAŞê û arîkariya penaberan de dike cihê pêzanînê ye.."
Wezîrê Almanyayê berê xwe da Barzanî û wiha dewam kir: "Em sipasiya we dikin ku we berevaniya welatên me jî kir di şerê li dijî DEAŞê de. DEAŞ ne tenê li dijî we tehdîd e. Herwiiha li ser me û hemû Ewropayê tehdîd e. Me li Almanyayê jî gotiye, berevaniya Pêşmerge li şerê DEAŞê berevaniya Almanyayê ye jî. Me li Almanyayê karek kir ku çekan bişînin herêmên şer lê heye. Ev jî diyar dike ku Herêma Kurdistanê xwedî ehemmiyeteke zêde ye."
Der heqê penaberan û avakirina deverên rûxiyayî de wezîrê Almanyê anî ziman ku ewê wek Almanya, Ewropa û civaka navneteweyî tişta bikeve ser wan dê bikin. Herwiha diyar kir ku divê hemû alî li dijî fikr û îdeolojiyên tundrev şer bikin.
Wiha axivî: "Ji bo avakirina vê derê divê Almanya û Ewropa ehemmiyeteke zêdetir bidin Kurdistanê. Ne tenê Kurdistanê li hemû Iraqê kar bikin da ku şêweyê jiyana însanan pêş bikeve. Divê hemû civaka navneteweyî kar bike da ku xelkê vir careke din nekevin destê tundrevan."
Gabriel helwesta Almanyayê der barê serxwebûna Kurdistanê de wiha got:
"Ev mesele pêwendiya wê bi me ve tuneye. Ev mijareke navxweyî ya Iraqê ye. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye. Ew bi xwe dizanin dê çawa biryarê bidin. Me ev mijar nirxandine. Me li ser pêşeroja Kurdistanê û Iraqê xeber daye. Em îstiqrara herêmê dixwazin, îstiqrara Iraqê dixwazin. Hemû tiştên ku ji bo îstiqrarê baş bin em piştgiriyê didin. Kurd bi xwe dizanin pêşeroja Kurdistanê çawa baş e, ne Alman. Kurdistan ji me re giring e. Ne tenê em dixwazin pêş bikeve, herwiha em dixwazin geşedanên mezin di warê civakî û pîşesaziyê de jÎ bi xwe ve bîne. Ez careke din dubare dikim ku mijara têkiliyên Hewlêr û Bexdayê mijareke navxweyî ye. Girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Ez nikarim li serê qise bikim. Serokwezîr Heyder El Ebadî jî ragihand ku ew li dijî vê yekê nînin, ev heqê xelkê Kurd e, lê belê divê di demeke guncan de ev kar bibe. Ya ji bo me giring ew e ku tiştekî nexwestî rû nede."