Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo tevgera PKKyê ya ku dixwaze navçeya Şingala Mûsilê wek kanton bê îlankirin, bertek nîşan da.
Di malpera fermî ya HKIyê de hat gotin ku komeke nêzîkî PKKyê di 14ê çileya paşîn de bi awayekî dereqanûnî gav avêt ku bi navê "Encûmentiya Êzdiyên Şingalê" meclis bê avakirin. Hat gotin ku bi vê gavê daxwaz tê kirin ku li herêmê kanton bê avakirin.
Di daxuyaniyê de ji bo gava kantonê wiha hat gotin:
"Em ji vir bangî hemû aliyan dikin. Ev gav têkbirina yekîtiya herêma Kurdistanê ye. Şingal perçeyekî herêma Kurdistanê ye. Saziyên îdarî û fermî hene. Wê derê rêvebirin, alîkariya gel, paşveşandina penaberan û parastina Şingalê berpirsyariya van saziyan e. Ji bêyî îradeya gelê Şingalê avakirina kantonan û ji bo mecbûrkirina gel ne hedê tu kesî ye. Yên ku vê gavê diavêjin wê encamên tund bibînin. Em daxuyaniyê didin û dibêjin ku Şingal bi awayekî fermî wê bi hêrêma Kurdistanê ve bê girêdan."
Ji hêla din di malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî ev gav wek bûyereke bifikar hat binavkirin. Hat gotin ku haya YNKyê ji vê gavê tunebû, lê 5 partiyên mezin ên ku endamên wan di parlementoya herêma Kurdistanê de hene ji bo ku li ser vê mijarê biaxivin wê bi lez bicivin.
Şingala navçeya Mûsilê di 3ê tebaxê de ketibû destê rêxistina terorê DÎŞIyê. Pêşmergeyan di 21ê çileya pêşîn de piştî pevçûnên giran qismekî Şingalê û Çiyayê Şingalê bi dest xistibûn. Di dema pevçûnan de PKK û YPGyê jî alîkarî dabû pêşmergeyan ku gelê êzdî û Şingalê azad bikin.
Cara ewil Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş behsa mijara "Kantona Şingalê" kiribû.