HEWLÊR
Li gor texmînan nifûsa Nînovaya li bakurê Iraqê ku ji sedî 65 ji erebên sunî pêk tê, beriya DEAŞa rêxistina terorê qederê 3 milyon û 700 hezarî bû.
Li gor agahiyan li Mûsila navenda Nînovayê jî beriya ku bikeve destê DEAŞê nifûsa bajêr qederê 2 milyon tê texmînkirin.
Li Nînovaya ku çandeke qedîm lê heye ji xeynî erebên sunî, kurd, êzdî, xiristiyan û tirkmen dijîn.
Esil Nuceyfiyê Waliyê Mûsilê yê berê der barê rewşa ewil a Nînovayê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
- Navenda bajêr Mûsil e
Nuceyfî diyar kir ku li Mûsila navenda Nînovayê jî beriya ku bikeve destê DEAŞê nifûsa bajêr qederê 2 milyon tê texmînkirin û wiha xeberda: "Li navenda Mûsilê ji sedî 90 erebên sunî hene, ji sedî 7 ji sala 1960an vir va kurdên ku ji Dihokê hatine hene û ji sedî 3 jî xiristiyan hene ku ji berê da li vir in."
Nuceyfî got ku li Mûsilê erebên sunî, kurd û xiristyan hene, li navendê êzdî najîn lê hin tirkmenên şiî hene.
Nuceyfî destnîşan kir ku li başûrê Mûsilê navçeya Hemam el-Elîl, El-Şoraw û El-Kayyara, li rojavayê El-Muhallebiye û rojhilatê jî Başîqa bi giştî 5 navçe hene, li 4 navçeyên başûr û rojavayê bajêr gelempêrî erebên sunî dijîn. Li Başîqayê jî xiristiyan û êzdî dijîn.
Nebîl Heboyê Berpirsyarê Karên Tirkmenan ê Serokomariyê jî got ku li navenda Mûsilê 120 hezar tirkmen dijîn.
- Li 8 navçeyan milyonek û 700 hezar kes dijîn
Nuceyfî got ku li Iraqê ev salên dirêj in ku nifûs nayê jimartin û ev agahiyên di destê wan de ne hejmarên texmînî ne û wiha axivî: "Li dervayî navenda Mûsilê, li 8 navçeyên Nînovayê qasî milyonek û 700 hezar kes dijîn."
- Rojavayê bajêr
Waliyê Berê yê Mûsilê Nuceyfî got ku li rojavayê Nînovayê li navçeyên Telafer, Şingal û Baacê erebên sunî, tirkmenên şiî û sunî, êzdî û kurdên sûnî dijîn.
Nuceyfî bal kişand ku li Telafera ku ji hêla nifûsê va mezintirîn navçeya Iraqê ye û li 3 bajarokên wê, bi piranî tirkmenên şîe-sunî dijîn û wiha got, "Nifûsê navenda navçeyê li gorî texmînên me li derûdora 300 hezarî ye. Ji sedî 30î vê rêjeyê ji tirkmenên şiî, yên mayîn jî ji tirkmenên sunî pêk tê."
Nuceyfî herwisa bal kişand ku li bajarokê Rebîe, Zummar û El-Iyaziyeyê yên bi ser navçeyê ji xeynî tirkmenan kurd û erebên sunî jî dijîn û wiha got, "Li rojavayê parêzgehê li naçeya Sîncarê û bajarokên wê Sinûnî, Xana Sor û Kayawanê jî bi piranî êzdî dijîn û tevahiya nifûsê navçeyê digehîje 300 hezarî. Ji bilî êzdiyan yên mayîn ereb û kurdên sunî ne."
Herwiha Nuceyfî diyar kir ku navçeya Baacê ya li rojavayê Nînovayê jî bi temamî ji erebên sunî pêk tê û nifûsê wê jî nêzîkî 150 hezarî ye.
"Li navçeya Tilkefê ya ku li herî bakur e û li navenda bajarokên El-Kûş, Wane û Faîdiyeya girêdayê wê xiristiyan, li herêma der û dorê jî êzdî dijîn. Di heman demê da erebên sunî û kurd jî li wê derê hene. Li bakur bi navê Şeyxanê navçeyeke din jî heye û bajaroka Zelîkanê jî li ser e. Li vê derê jî herî zêde êzdî û kurdên sunî dijîn. Li hin gundan erebên sunî jî hene."
- Herêma wilayetê ya rojhilatê
Nuceyfî diyar kir, weke navçeya Tilkefê navçeya Hemdaniyeyê ku li rojhilata Nînovayê tekane navçe ye jî dîsa xiristiyan zêde ne.
Nuceyfî li vê derê bajarokên Nemrûd û Bertillayê jî li ser vê navçeyê ne û diyar kir ku li navenda navçe û bajarokê xiristiyan li herêmên der û dorê jî kurdên sunî û ereb, ji bilî van jî kurdên şiî ku ji wan ra dibêjin şahbek lê hene.
- Herêma wilayetê ya başûr
Nuceyfî diyar kir, li başûrê wilayetê jî navçeya Mexmûr û Hazirê heye, bajarokên Guwer, Dîbege û Keraçê ku li ser Mexmûrê ne, hene û wiha dewam kir: "Bajaroka Dîbegeyê bi temamî ji kurdan, Guwer ji erebên sunî û kurdan, Keraç jî bi temamî ji erebên sunî pêk tê."
Nuceyfî got ku li herêma başûr navçeyek jî Hazir e û wiha got: "Eva navçeya û Et-Tila bajaroka navçê bi tevahî erebên sunî ne."
- Nînova qelbê suniyên Iraqê ye
Wek mayîn Pisporê Demografiyê û Hîndekarê Bêşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Selaheddînê Prof. Xelîl Îslamîl jî diyar kir ku li Wîlayeta Nînovayê û navenda bajarê Mûsilê piranî erebên sunî dijîn û wiha pê da çû:
"Nînova qelbê suniyên Iraqê ye. Çaxa ku meriv li serjimara wîlayetê mêze dike dibîne ku ji sedî 65ê bajêr erebên sunî ne, kurd, êzdî û xiristiyan ji sedî 25 in, tirkmenên şiî û sunî yên li Telaferê jî ji sedî 10 in. Li welatekî wekî Iraqê daneyên saxlem tunin, ji ber vê eva rêjeya texmîni ne. Çaxa ku Iraq hat avakirin ji 14 lîwayan pêk dihat. Piştî Bexdayê lîwaya herî mezin Mûsil bû. Sînorê vê lîwayê bi tenê ji sînorê Nînovaya nika pêk nedihat. Dihok jî di nav sînorê vê lîwayê da bû."
Îsmaîl got çaxa ku di sala 1976an da derbasî sîstema wîlayetan bûn sînorê nika hat xêzkirin û wiha axivî: "Navê lîwaya Mûsilê jî wek Nînova hat guherandin. Dihok jî wek wîlayeteke din hat îlankirin."