23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Li Karkamişa navçeya Gazîentabê 2 guleyên hewanê ku tê texmînkirin ji ber şerê di navbera DAEŞa rêxistina terorê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) pekiyane, ket.
Li Cerablusa navçeya Helebê şerê di navbera DAEŞ û ASAyê da dewam dike. Ber destê sibehê 2 guleyên hewanê ku tê texmînkirin ji ber şerê di navbera wan da pekiyan û li taxa Karşiyakaya Karkamişê li hewşa lojmanekê ketin.
Hat destnîşankirin ku guleyên hewanê zirar dan têlên ceyranê û hêzên ewlehiyê tevdîr hildan û tîmên agirkujiyê çûn herêmê.
Wek mayîn ji hoparlorên şaredariyê jî bang li welatiyan hat kirin ku ji malên xwe dernekevin.