WASHINGTON
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden bi têlefonê Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî re axivî.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî Biden bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî re der heqê "cehd û piştevaniya tevkarî ya tîmên ewlekariyê, rêberên eşîran û rêberên herêmê ya ku ji bo têkoşîna li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de axivî.
Hat ragihandin ku Biden û Barzanî li ser "têkoşîna li dijî terorê ya ku ji bo terorê bi tenê bihêlin axivîn û qala hewcetiya yekîtiya rêberên Iraqê" kirin.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hat diyarkirin ku Biden çawa ku bi Bexda û Enqereyê re axivî bû ji bo pêşvebirina vî karî bi Barzanî re jî axiviye û ji bo rêyekê bibînin bangî wî kiriye.