ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û der barê geşedanên li Iraqê û çavkaniyên vejenê de xeberda.
Davutoglu diyar kir ku li Iraqê piştî şer pirsgirêka ceyran û vejenê dewam dike û wiha pê de çû: "Ji bo îstiqrara siyasî bi cih bibe du rê hene, parvekirina hêz û çavkaniyan. Mixabin di vê mijarê de ji bo parvekirina çavkaniyên hîdrokarbon zagon nehatine amadekirin. Ji ber vê jî pirsgirêk derketin lê jiyan didome. Ji ber vê nediyariyê û gengeşiyên hiqûqî gelê Iraqê dikeve tengasiyê."
Davutoglu diyar kir ku nefta Iraqê ji bo ku bigihêje Ewropa û çar aliyê dinyayê herî baş û hêsan ji ser Tirkiyeyê dikare bê belavkirin û wiha dewam kir: "Tirkiye ji bo vê yekê pir baş e. Hikûmeta Iraqê jî vê rastiyê dizane. Di hevdîtina min a herî dawîn a bi Malikî û rayedarên din re min ev yek bi lêv kir û wan jî diyar kir ku dixwazin çavkaniyên xwe yên vejenê ji ser Tirkiyeyê bigihînin Ewropayê. Ji bilî vê ew çavkaniyên ku li Herêma Kurdistanê ne jî em dixwazin li gor rê û rêzikên destûra bingehîn a Iraqê bên şandin. Di destûra bingehîn a Iraqê de çi tê gotin em jî li gor wê tevdigerin."
Wezîrê Vejenê Taner Yildiz jî di serdana xwe ya Iraqê de li ser mijarên ku Davutoglu anî ziman sekinîbû. Davutoglu bal kişand ser wê demê û got: "Dema ku wezîrê me hat Bexdayê hin xêrnexwazan digotin dê nikaribe biçe Hewlêrê. Ev kesên ku xêrnexwaz dixwazin li Tirkiyeyê qeyran hebe û navbera wê û Iraqê jî qet baş nebe. Herî zêde Tirkiye dixwaze ku Iraq pirsgirêka nav xwe çareser bike, lewra ev yek dê bi kêrî me jî bê. Me bi hev du re gelek peyman çêkir û em dixwazin ku peymanên nû jî çêbikin. Parvekirina hatiniya neftê di navbera HKIFyê û Hikûmeta Iraqê de niha ne diyar e. Ji bo vê jî me pêşniyariyên xwe bi wan re parve kir. Dema ku Nêçîrvan Barzanî hat Konyayê me li ser vê mijarê xeberda û em li ser çareseriyeke ku her kes dê jê kêrê bibîne sekinîn."
-"ASA, bi DÎŞI û rejîmê re têdikoşe"-
Davutoglu destnîşan kir ku li Sûriyeyê di serî de Hizbûllah û tevlî hemû hêzên biyanî divê ji wê derê bên derxistin û axaftina xwe wiha domand: "Hêzên rejîma Sûriyê, hêzên PYDê û hêzên El-Qaîdeyê ji bo me wek rîska ewlehiyê ne. Li ser Tirkiyeyê xebateke pisikolojîk tê kirin. Tirkiye weke ku piştgiriyê dide hêzên biçek tê nîşandan."
Davutoglu ji bo DÎŞIyê jî got: "Li bakûrê Sûriyeyê piştî ku mixalefeteke bi hêz çêbû di wê demê de jî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) derket holê. Li pey vê tê xuyakirin ku di navbera wan û rejîmê de hevparî heye."
Li Sûriyeyê hêzên PYDê cihê ku kurd lê dijîn û DÎŞI jî cihên ku ereb lê dijîn dixwazin bixin bin kontrola xwe. Davutoglu ji ber vê rewşê jî got: "Tirkiye li hemberî van rewşa tu car bêdeng nema û ewê nemîne jî. Ji bo me hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê, hêzên PYDê û hêzên El-Qaîdeyê hemû ji bo ewlehiyê rîsk in. Li Sûriyeyê muxatabê me Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ye. Lewra ew jî ji ber ku dixwazin siyaseta sivîl pêk bê. Yanî li Şamê be jî ew kesên ku beşdarî qirkirinan nebûne, muxatabê me ew kes in."