Tuğçenur Akgün
23 Adar 2023•Rojanekirin: 23 Adar 2023
Serokê Amerîkayê Joe Biden meha remezanê ya Misilmanan pîroz kir.
Biden ji bo meha remezanê daxuyaniyeke nivîskî ya taybet weşand.
Biden meha remezanê ya Misilmanên li Amerîka û dinyayê pîroz kir û wiha got, "Di vê serdema tefekura pîroz da wekî Amerîka em piştgiriya xwe ya ji bo Misilmanên rastî dijwariyan tên dubare dikin. Em ê piştevaniya xwe ya ji bo gelê Tirkiye û Sûriyeyê yên di erdhejên dawîn da gelek merivên wan mirin bidomînin."
Biden bal kişand ser azadiya baweriya dînî û wiha got, "Digel hevkarên me wekî Amerîka em li cem Uygurên li Komara Gel a Çînê, Rohingyayiyên li Burmayê û Misilmanên li çaraliyê dinyayê ne ku rastî neheqî û zilmê tên."
Biden her wiha bangî Misilmanên li Amerîkayê û yên li hemû dinyayê kir û hêvî kir ku remezaneke mibarek û aram derbas bikin.