Ali Cura
23 Adar 2023•Rojanekirin: 24 Adar 2023
MOSKOVA (AA) - Li Moskova paytextê Rûsyayê nimêja terawîhê ya ewil a meha remezanê hat kirin.
Li Moskovayê Mizgefta Navendê ya Moskovayê, Mizgefta Anitê û mizgeftên din ên li bajêr tijî bûn.
Polêsan pêş Mizgefta Navendê ya Moskovayê tevdîrên ewlehiyê hilda.
Li gor agahiyê Îdareya Dînî ya Misilmanan dê li Rûsyayê seranserê meha remezanê merasimên curbecur organîze bike.