Tuğçenur Akgün
23 Adar 2023•Rojanekirin: 23 Adar 2023
Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Jill Bidena jina xwe va mazûvaniya resepsiyonê kirin ku li Qesra Spî ji bo "Meha Dîrokî ya Jinan" hat lidarxistin.
Di "Meha Dîrokî ya Jinan" da jinên ku piştgirî dane mafên jinan û dîroka mirovahiyê, tên bibîranîn.
Ji saziyên cuda gelek jinên pêşengê beşa xwe beşdarî çalakiyê bûn. Kamala Harrisa ku Alîkara Serok a reşik a ewil û mêrê wê Douglas Emhoff jî di çalakiyê da axivîn.
Biden diyar kir, di dîroka Amerîkayê da kabîneya ku herî zêde wekhevî tê da heye, ya dewra wî ye. Ji bo derxistina pêşnûmaya qanûnê ya ku jin miemeleyeke wekî hev bibînin Biden bangî Kongreyê kir.
Biden di axaftina xwe da jinên ku li Ukrayna, Îran û Efxanistanê têkoşîna mafê xwe didin jî bi bîr anî.