ÎSTANBUL- MUSTAFA MELIH AHISHALI
Îran, li ber siya xwepêşandanên kolanan ên rojên dawîn haziriya 39emîn salvegera şoreşê dike.
Şoreşa Îranê ya 1979an ku ji ber pirsgirêkên wek aborî, civakî û siyasî çêbû di sala xwe ya 40emîn de ye. Lê belê ew geşedan û pêşkeftina ku xelk bi hesreta wê bûn nehat meydanê û loma jî daxwazên li ser reform û guherînê bidawî nayên.
Îranê bi dewlemendiyên xwe yên bin erdê û pêgeha xwe ya stratejîk her demê bala welatên Rojavayî kişandiye. Sedema pirsgirêkên siyasî yên sedsala axirî jî çavkaniyên petrolê ne.
- Tehekkuma Ingilîzan li ser petrola Îranê
Yedekê petrola Îranê pir zêde ye, di dinyayê de yek ji çar welatên dewlemendtirînên petrolê ye. Xebatên pêşî ên lêgerîn û derxistina petrolê jî di sala 1901ê de ji aliyê karsazê Ingilîz William D'Arcy ve hatine kirin.
Bîra neftê ya ewil li bajarê Mescid Silêman ê eyaleta Xûzistanê li Kendava Besrayê ku dikeve başûrê welat hat vekirin. Ev bîra neftê bi "Peymana D'Arcy" hat vekirin. Xebatên Ingîltereyê yên li ser petrola Îranê gelek salên dirêj domiyan.
Îran, di serê sedsala 20an de, li bakur Rûsya û li başûr rastî êrişên Ingîltereyê hat. Piştre jî rastî mudaxeleyên Amerîkayê hat. Piştî Xanedaniya Kaçariyan Riza Şah di sala 1925an de hat ser hukim û 1932an Peymana D'arcy û peymana petrolê ya Anglo-Persian yekalî fesix kirin.
Di vê serdemê de li Almanyayê Adolf Hitler bi îddiaya baladestiya nijada Arî derketibû pêş, Riza Şah jî neteweperestiya Fars dikir û bi baweriya bingeha Îraniyan jî Arî ye, li hemberî Ingilîzan nêzîkî Almanan dibû. Şah, para Ingilîzan ji petrolê kêm kir û nêzîkî Almanan bû. Bi vê yekê re dawiya xwe jî hazir kir.
Rûs, sala 1941ê ji rojavayê bakur û Ingilîz ji başûr ketin Îranê. Artêşa Riza Şah ne bihêz bû. Di heman salê de Partiya Komunîst Tudeh bi piştgiriya Rûsyayê li Tehranê hat avakirin.

Şah di wan salan de li şûna mehkemeyên şerîetê sîstema nû ya qezayiyê bicih kir, şoreşa şewqe û cilûberg xiste rewacê, li şûna medreseyên adetî sîstemeke nû ya perwerdeyê anî û hin nûjeniyên nû li welat cibecih kirin ku rastî nerazîbûna alimên dînî hat. Li ser vê yekê ji bo ku tevliheviya li welat zêdetir mezin nebe Şah dest ji kar kişand.
- Kur hat şûna bav
Ingilîzan kurê Riza Şah Mûhemmed Riza Pehlewî li şûna wî derxist ser text. Mûhemmed Rizayê di 22 saliya xwe de derket ser hukim, di salên pêşî yên îqtidara xwe de îmtiyazên Ingilîzan zêdetir kirin û textê xwe muhkem kir.
Lê belê Mûhemmed Riza Pehlewî, di 2 hezar û 500emîn salvegera Împeratoriya Pers de şahiyek li dar xist û musrifiyeke mezin kir, ev jî bû sedema aciziyan. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyem Pehlewî, binkeyên petrolê li ber şirketên biyanî jî vekir. Ev jî bû sedem ku muxalefeta neteweperwer a bi pêşengiya Mûhemmed Museddiq bihêz bibe.
Museddiq serkêşiya hereketa "Millîkirina Petrolê" dikir. Di meclisa Îranê de di demeke kin de bihêz bû. Şah, di Nîsana 1951ê de mecbûr ma ku Mûhemmed Museddiq wek serokwezîr tayîn bike. Piştî ku Mûhemmed Riza, sala 1953an hewl da ku Museddiq ji Serokwezîriyê dûr bixe, lê bi ser neket. Li ser vê ji Îranê reviya.
Museddiq, di pey vê re bi demeke kin bi derbeyên Postal û Ajaxê ku 3 roj di navbera wan de hebûn û ji aliyê Amerîka û Ingîltereyê ve hatin destekkirin sernîgûn bû. Encama vê de Şah, careke din vegeriya welat û îqtidar bi dest xist. Museddiq hat girtin û polîtîkaya wî ya millîkirinê bidawî bû. Mûhemmed Riza, bala xwe da ser wê yekê ku hevkariya siyasî û aborî digel welatên Rojava zêdetir bike. Sala 1957an rêxistina bidizî ya polês SAVAK bi piştgiriya CIAyê damezirand.
- "Şoreşa Spî"
Mûhemmed Riza bi piştgiriya alema Rojava pêgeha xwe xurt kir, sala 1963an digel nerazîbûna begên eraziyan û alimên dînî yên Şiî jî bernameya geşedana neteweyî ya ku wek "Şoreşa Spî" hat binavkirin da destpêkirin. Bi vî awayî erazî hatin parçekirin û li gundiyan hatin belavkirin.
Hedefa Şoreşa Spî reforma çandiniyê bû, lê belê herçiqas binyada mulkiyetê li kenariyê guherandibe jî ji bo rexsandina pêngava berhemanînê di çandiniyê de bes nekir.
Piştî Şoreşa Spî, gundiyên ku bûn xwedî milk, eraziyên xwe firotin û ji kenariyê koçî bajêr kirin. Loma jî rêjeya bêkariyê li bajaran bilind bû. Tevdîrên tund ên ji bo çakkirina aboriyê jî, nerazîbûna giştî ya di civakê de zêde kir. Lîberal, bazirgan, derdora partiya Marksîst-Lenînîst Tudehê, xebatkar û hewzeya dînî ya ku digot Rojavayîbûn li dijî Îslamê ye reformên hatin kirin kêm dîtin. Li ser vê jî nerazîbûn li hemberî Şah zêdetir bûn.
Parvekirina dahata petrolê dûrî edaletê û muameleya SAVAKê bû sedem ku muxalefeta civakî Şah bixe hedefa xwe. Şah, salên 1960-1970 berê xwe da polîtîkayeke xweser a derveyî û têkiliyên digel Sovyetê û welatên Bloka Rojhilat xweş kir. Ev jî bû sedema aciziya Amerîkayê.
- Muxalefeta li dijî Şah
Mûhemmed Riza, bernameya modernîteyê bi rêbazeke otorîter û çewsîner meşand, hemû muxalefeta li dijî rejimê bêînsafane serkut kir. Lê belê ne aciziyên li kenariyan çareser kir û ne jî problemên bi bajarîbûna nû re derketin holê safî kirin.
Rêveberiya Şah, sala 1977an polîtîkaya berfirehkirina heqên demokratîk da destpêkirin û xwepêşandên nerazîbûnê jî di pey vê re hatin. Numayişên asayî sala din ketin dirûvekî civakî.
Komên Îslamî, lîberal û sosyalîst ku di gelek platformên cuda de muxalefeta Şah dikirin, ji bo rûxandina wî hevkarî kirin.
Ayetullah Ruhullah Mûsewî Xumeynî, di kêliya Şoreşa Spî ya Şah de ku dest danî ser mal û milkê alimên dînî û weqfan bi muxalefeta xwe derketibû pêş. Loma jî sala 1964an ji aliyê Şah ve hat sirgûnkirin. Ji ber vê yekê jî muxalefeta civakî li dora wî kom bû.
Li welat xwepêşandanên kolanan zêde bûbûn û hêzên rejimê nikaribûn wan bitepisînin. Mûhemmed Riza Pehlewî 16ê Kanûna Paşîn a 1979an mecbûr mabû ku welat terk bike.
- Vegera Xumeynî bi bal Îranê ve
Xumeynî, piştî 15 sal heyata sirgûniyê li Tirkiye, Iraq, Kuweyt û Fransayê 1ê Sibata 1979an vegeriya Îranê. Mehdî Bazergan, di 4ê Sibatê de bû serokwezîrê hikûmetê.
Li Îranê 30-31ê Adara 1979an referandûm hat lidarxistin "lê ji xelkê nehat îzahkirin ka dê piştre çi bibe" û di encama referandûmê de jî şeklê rêveberiyê wek "Komara Îslamî" hat ragihandin.
Şeklê rêveberiyê bi referandûma mewzûbehs bi dengên ji sedî 98 erê hat diyarkirin lê nîqaşên "Îslam an Komar" ji wê rojê heta niha didomin.
- Daxwazên demokrasî û azadiyê
Lîberal, sosyalîst û hin komên Îslamî ku di salên pêşî ên şoreşê de roleke aktîf girtin ser xwe ji aliyê Partiya Komara Îslamî ku li derdora Xumeynî rengê xwe girtibû hatin tasfiyekirin. Ev jî bû sedem ku daxwazên li ser azadî û demokrasiyê heta roja me bidomin.
Xwepêşandên ku meha borî li gelek bajarên muxtelif ên Îranê ji ber problemên aborî dest pê kirin û hefteyekê kişand, ketibûn halekî daxwazên li ser azadiyan û protestoya rejimê.
Her sal 11ê Sibatê ku rastî 10emîn roja vegera Xumeynî tê, li Îranê wek salvegera şoreşê tê pîrozkirin.