Önder Beyter
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
SRINAGAR
Hat ragihandin ku eskerên Pakistan û Hindistanê li ser noqteya kontrolê li Keşmîrê bi hev çûn, di encamê da 4 eskerên Hind û 2 sivîlên Pakistanî hatin kuştin.
Di daxuyaniya artêşa Pakistanê da hat destnîşankirin ku eskerên Hindistanê li ser xeta kontrolê a li Azad Keşmîrê gule berdan herêma Nezapîrê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di gulebagirkirinê da 2 sivîlên Pakistanî hatin kuştin, 6 sivîl jî birîndar bûn û herwiha artêşa Pakistanê jî "bi qasî wê" bersiv dan guleyên eskerên Hind.
Artêşa Hindistanê jî îdia kir ku pevçûna li xala kontrolê ji aliyê Pakistanê va hat destpêkirin ku di encamê da 4 eskerên Hind hatin kuştin, 2 jê jî birîndar bûn.
Pevçûnên di navbera Pakistan û Hindistanê li ser sînor di vê axiriyê da zêde dibin. Herdu welat jî ji ber van pevçûnan hevdu tawanbar dikin.
Wezareta Karên Derva ya Pakistanê ragihandibû ku ji 1ê rêbendanê vir va li ser sînor, Hindistanê zêdetir ji 100 carî agirbest binpê kir ku di van êrîşan da piraniya wan sivîl 20 Pakistanî hatin kuştin. Hindistanê jî ragihandibû ku di pevçûnên ji serê salê vir va da tevî sivîlan 15 welatiyên Hind hatin kuştin.
Pakistan û Hindistanê ji bo ku rê li ber pevçûnên li ser xeta sînor were girtin, di 2003yan da agirbest îmze kiribûn, lêbelê herdu welatan jî gelek carî ev agirbest binpê kir.
- Pirsgirêka Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtêyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmir jî ji Hindistan û Pakistanê kîjanî bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Cammû Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket. Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Cammû Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Cammû Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.