Abdullah Tel
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ANKARA
Warêla nefta Brentê di bazara navneteweyî da bi 68,91 dolarî tê firotin.
Duh warêla nefta Brentê bi 69,65 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 70,23 dolarî. Bihayê warêla nefta Brentê îro serê sibehê bi 68,96 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.20î pê va jî ji sedî 0,07 daket û bi 68,91 dolarî tê firotin. Di heman demê da warêla nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 64,65 dolarî hat firotin.
Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê diyar kir ku stokên nefta xam a bazirganî ya li welêt hefteya zêde bû (ji sedî 0,4) û gihîşt 1,6 milyon warêlî. Bendewariya piyaseyê ew bû ku stokên neftê ji sedî 0,3 milyon warêl kêm derbikeve.
Pispor dibêjin ku zêdebûna stokên neftê û zeximbûna endeksa dolar li ser bihayê nefta xam ji bo ku derbejêr bibe (dakeve) tesîr dike.