Önder Beyter
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
TEHRAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna hevpar a ligel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî da ji bo referandûma Herêma Kurdistanê got: "Helbet aniha pirsgirêkên herêmî di rojeva me da ne. Bi taybetî kêşeya Iraqê ya ku niha em wekî mekanîzmayên sêalî li ser dixebitin, wekî xala yekemîn hat rojevê"
Erdogan, piştî civîna dualî a digel Serokomarê Îranê Rûhanî û civînên heyetan ên Tirkiye û Îranê, digel Rûhanî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin û der barê rojevê de axivîn.
Serokomar Erdogan, li ser referandûma Herêma Kurdistanê careke din hişyarî da û wiha axivî:
"Rêveberiya Herêmî ya li Bakurê Iraqê zatekî malûm digire vî alî yê xwe zatekî malûm dide aliyê din û bi vî awayî gavan diavêje, avêtina gaveke wiha wê bibe sedema tenê mayîna rêveberiyê. Wek Îran û Tirkiye biryardariya me ya di vê mijarê de eşkere ye. Muxatabê me yê li Iraqê rêveberiya navendî ye û em vê referanduma jî nemeşrû qebûl dikin."
Serokomar Erdogan zêdetir wiha pê de çû:
"Rêvebiriya Herêma Iraqa Bakur referanduma çi dike? Ji bilî Îsraîlê tu welatek jî hebûna wê nas nake. Biryara ku bi MOSSADê re li ser maseyê dane ne meşrû ye."
Ji bo têkiliyên ticarî yên digel Îranê jî Serokomar Erdogan wiha nirxandin kir:
"Ji bo têkiliyên me yên aboriyê û zexta ji ber kurê pereyên din pêk tê biqede, me biryar da em ê bazirganiya xwe bi pereyê xwe bikin. Me pêvajo da dest pê kirin. Banqeyên me yên Navendî wê hefteyê tê wê bên bal hev û vê peymanê wê îmze bikin. Bi saya vê banqeyên Îranê li Tirkiyeyê û yên me jî wê li Îranê şaxên xwe vekin."
Ji bo Sûriyeyê jî got:
"Li Sûriyeyê mekanîzmeyeke sêalî heye. Li wir wek Tirkiye, Îran û Rûsyayê pêvajoyeke çarçoveya wê bi Astanayê hatiye xêzkirin dewam dike. Em girîngiyê didin herêmên bêpevçûn."
Ji bo hedefa tîcarî jî Erdogan got berê jî hedefa wan a 30 milyar dolarî hebû û ev di 10 milyar dolarî de ma, lê di civînên îro de ev hedefa 30 milyar dolarî dîsa bûye rojev.
Di navbera Tirkiye û Îranê de li gelek waran peyman hatin îmzekirin. Yek ji wan jî ya di navbera IRIB û TRTê de bû.