04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku hêzên Iraqî ketin navenda Hewîceya navçeya Kerkûkê ya ku di bin kontrola DEAŞa rêxistina terorê de bû.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê, artêş, polîs û Heşda Şabiyê ketin navenda Hewîceyê.
Operasyona rizgarkirina Hewîceyê ji destê DEAŞê vê sibê hatibû destpêkirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 29ê îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku "Asta duyem a rizgarkirina Hewîceyê dest pê kir."