15 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
CENEVRE
Salim el-Muslatê Berdevkê Komîteya Bilind a Mizakereyê ku ji mixalifên Sûriyeyê pêk tê, der barê biryara Rûsyayê ya ji bo paşvakişandina hêzên xwe da wiha got: "Heger Rûsya di vê biryara xwe da jidil be û pêk bîne, ev gavekî erênî ye."
Muslat beriya hevdîtina bi Staffan de Mîsturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî ra li ser navê Komîteya Bilind a Mizakereyê daxuyanî da rojnamevanan û wiha xeberda: "Em li Sûriyeyê li qadê encaman dixwazin. Em li gor biryarê hereket dikin, lê di navbera tiştên ku em dibînin û dibihîzin da ferq heye. Ji bo me ya herî girîng ne ew e ku hêzên Rûsyayê vekişin, em dixwazin hemû hêzên biyanî vekişin. Heger Rûsya di vê biryara xwe da jidil be û pêk bîne, ev gavekî erênî ye."
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn do ragihandibû ku emir daye hin jet û balafirên Rûsyayê ji baregeha hewayî ya li Sûriyeyê vekişin.