16 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
MELBOURNE
Wezîrê Karên Derva yê Zelandaya Nû Murray McCully ji bo ziyareta fermî li Awustralyayê ye. Murray McCully li vê derê daxuyanî da û got ku pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn Îsraîl asteng dike.
Li gor nûçeya Radio New Zealandê, Murray McCully duh li Enstîtuya Sydney Lowyê axiviye û gotiye ku di meseleya Îsraîl û Filistînê da ji ber ku Îsraîl dibe asteng, çareseriya dudewletî çênabe û roj bi roj çareserî dûr dikeve.
McCullyê diyar kir, di vê pêvajoyê da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî divê bikeve dewrê û wiha dewam kir: "Heft sal in di konseyê da ji bo vê pirsgirêkê pêşniyazek jî nehat qebûlkirin. Ya ku ji me ra timî tê gotin ev e: 'Vê gavê dem ne musaît e' an jî 'her du alî jî amade nînin'. Lê çi qas disekine, rewş xerabtir dibe. Şidet zêde dibe, rûyê polîtîkaya bicihbûnê ya Îsraîlê îhtimala çareseriya dudewletî têk diçe."
McCully diyar kir ew wek endamê Konseya Ewlehiyê ya NYê berpirsiyar in ku ji bo çareseriyê bixebitin û wiha dewam kir: "Ji ber vê çendê em li ser metnekî dixebitin. Em bi her du aliyan ra jî di têkiliyê da ne û teşwîq dikin ku hereketên erênî bikin."