ANKARA
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ket sala xwe ya çaremîn. Di êrîşên hêzên Esed de ji 133 hezar kesî zêdetir mirov mirin, bi qasî 4 hezar û 900 kes jî rastî êşkenceyê hatin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) der barê jimara kesên ku di êrîşên rejimê de mirin raporek amade kir. Di raporê de jimara kesên ku di navbera 15ê adara 2011an a ku dîroka destpêka şerê navxweyî ye û 30yê hezîrana 2014an de mirin, hene.
SNHR li herêmên cuda yên Sûriyeyê fealiyet dike, di agahiyên ku xebatkarên SNHRyê bi dest xistin de tenê nav, cihê ku mirinê û dîroka mirina kesan diyar in. Ji ber vê yekê tê gotin ku dibe jimara miriyan zêdetir be, bi taybetî li herêmên ku artêşa Sûriyeyê destûr nedida ku endamên rêxistinê bikevinê, mirin û waqiayên êşkenceyê nehatine qeydkirin.
Di raporê de bal kişandin ku di seranserê şer de di du saetan carekê zarokek, di her sê saetan carekê jî jinek û her roj bi qasî 100 kesî dimrin. Di raporê de hat diyarkirin ku 15 hezar û 149 kesê wê zarok, 13 hezar û 695 kesê wan jin bi tevahî 133 hezar û 586 kes bi destê rejimê hat kuştin. Ev jimar ji sedî 88ê jimara kesên ku di tevahiya şerê navxweyî de mirine ye.
Di raporê de dan zanîn ku li ser 4 hezar û 892 kesî jî êşkence hat kirin.