HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (AA) Mesûd Barzanî got mafê wan heye ku bi rêya referandûmê çarenûsa xwe kifş bikin û wiha axivî: "Ji bo vî em serî li Parlementoya Herêma Kurdistanê didin."
Barzanî piştî rûniştina nehênî ya li Parlementoya HKIyê li Lijneya Giştî xîtabê parlementeran kir.
Barzanî got wext hatiye ku êdî kurd li Iraqê biryara siberoja xwe bidin û wiha dewam kir: "Divê em biryar bidin ka em ê tevê Iraqê bimînin an na. Mafê me heye ku em çarenûsa xwe kifş bikin. Êdî em nikarin li gotina yên din binêrin. Bi siyaseta xwe ya salan ve me nîşanî cîranên xwe da ku em ji bo wan tehdîd nînin. Em her wext li aliyê xêrê bûn. Em ê li ser vê israr bikin. Ji bo vî em serî li Parlementoya Kurdistanê ya ku tekane nûnerê meşrû yê gelê me ye, didin. Parlementoyê biryara hûrguliyên pêkanîna referandûmê bide."
Serok Barzanî wiha dewam kir:
"Êdî wext hatiye ku em ya dilê xwe nîşanê dinê bidin. Rewşeke wisa tune ku em ê hema ji îro pê ve serxwebûnê ragihînin. Lê divê em biryar bidin k dixwazin çi bikin. Divê parlemento li hemberî hemû îxtimalan amade be."
Barzanî ji parlementoyê daxwaz kir ku ji bo referandûmê amadehiyê bike û her wiha telîmat da ku di demeke nêz de Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya ku dê pêvajoyê bi rê bibe, bê avakirin.
Barzanî got ku li gorî benda 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê hem li Kerkûkê û hem jî li herêmên bi nîqaş referandûmê bikin û wiha domand: "Gelên herêmê dê biryara siberoja xwe bidin û divê herkes jî rêza xwe nîşanî encamên referandûmê bike."
Barzanî qala firotina neftê jî kir û got ku herêma Kurdistanê serbest e ku nefta xwe derxe û bifroşe.